Hevserokên HDP’î sewqî edliyê kirin 2020-10-26 14:20:08 AMED - Hevserokên navçeya Yenîşehîrê û navenda Amedê yên HDP’ê yên di dema serdegirtin a avahiyên partiyê de, bi 8 kesan re hatibûn binçavkirin, ji bo binçavkirina wan bê dirêjkirin sewqî edliyê hatin kirin.     Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya û 4 kesên navên wan nehatin zanîn, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 22’yê Cotmehê de, di serdegirtina avahiyan de hatibûn binçavkirin. 8 kes 4 rojbûn li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin girtin    Hat hinbûn ku 8 kes, bi hinceta posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi dîwarên kolanên navçeya Sûrê ve hatibin kirin li avahiyên partiyê hatine amekirin, hatin binçavkirin. Ji bo lêpirsînê jî biryara veşartinê hat dayîn. Hat diyar kirin ku hevserok bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.    8 kesên dema binçavkirina wan a 4 rojan temam bû, ji bo ku 4 rojên din dema binçavkirina wan bê dirêjkirin, sewqî Edliya Amedê hatin kirin.