Tehma jêneveger a mehên zivistanê ya malên gundan 2020-10-26 09:00:29 BEDLÎS – Kartolên ku li navçeya Xîzanê dest bi berhevkirina wan hatiye kirin, di şevên zivistanê yên sar de dibin tehma jênever a malên gundan. Li gundê Şênê yê navçeya Xîzanî ya Bedlisê, amadekariyên zivistanê tên meşandin. Li gundê ku 70 mal lê hene, berhevkirina zêrzewatên di meha gulanê de hatine çandin, dest pê kiriye. Li gund firingî, îsot, kelem, fasûlî û kartol ji bo zivistanê tên hêlandin. Zêrzewatê ku herî dawî berhevkirina wî hat kirin kartol e. Kartolên di bin axê de bi kedeke mezin tên derxistin. Derxistina kartolan a ji bin axê bi amûrê kolandinê yê ku bi traqtorê ve tê girêdan tê kirin. Kartol ji aliyê jinan ve tên berhevkirin. Kartolên ku ji nav zeviyan tên berhevkirin, ji bo ku di mehên zivistanê de bên xwarin di bin axê de tên mehafizekirin.   ‘JI KESTANÊ BI TEMTIR IN’   Cotkar Metin Gol (38), diyar kir ku di meha  gulanê de dest bi çandina kartolan dikin û heta 6 mehan pê re mijûl dibin. Gol, destnîşan kir ku hemû zêrzewatên ku ji bo xwarina zivistanê datînin organîk in û wiha got: “Kartolên gundan bi temtir in. Zivisanê şev dirêj in. Em zivistanê li malan tên gel hev û sohbet dikin. Dema sohbetê em kartolên ku di firinê de tên peşandin dixwin. Kartol ji kestaneye bi tehmtir in.”   JIYANA JI JIYANA BAJARAN BAŞTIR E   Di berdewamê de Gol, destnîşan kir ku ji ber zêrzewatên wan ên li gund pêwistiya wan zêde bi marketan namîne û ev tişt anî ziman: “Em bixwe datînin û diçînin. Em sewalkariyê jî dikin. Ji ber wê em ji derve zêde tiştan nakirin. Hema bibêje her tiştê xwe em hildiberînin. Ji ber vê jî em ji qrîza aborî bi bandor nabib. Zivistan pir zehmet derbas dibe. Em havînan dixebitin û zivistanan jî dixwin. Lewre em havînan gelek dixebitin. Li gorî jiyana bajaran jiyana me gelek baş e.”   PIŞTEVANIYAN JINAN   Zuleyha Gol (65) jî da zanîn ku jiyana wan a berê ji jiyana wan a niha xweştir bûye û ev tişt gotin: “Li gund ên herî zêde ked didin jin in. Kartolên gund bi tendurist in û bi tehmtir in. Em ji xizmên xwe yên li bajarên din jî kartolan dişînin. Me di biharê de 30 teneke çandin, emê niha 80 teneke hilînin. Em berdila keda xwe digirin.”    MA / Mehmet Şah Orûç