Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan 2020-10-25 15:30:30 WAN - 4 rojnamegerên ji ber ku bûyera gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin derxistin holê hatibûn girtin, piştî 14 rojan kirin qawîşan.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala, piştî ku bûyera Osman Şîban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da, yên li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin derxistin holê, di 9’ê Cotmehê de hatibûn girtin.    Her 4 rojnameger li girtîgehên lê diman, bi hinceta karantînaya vîrûsa koronayê di şert û mercên xirab de dihat girtin. Hat hînbûn ku piştî 14 rojan, rojnameger kirin qawîşên asayî.   Nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku ew bi rojnameger Nazan Sala re kirine qawîşekê 15 kesî.