Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin 2020-10-25 14:27:40 AMED - Li navçeya Pasûrê, malbata Fîdan a bertek nîşanî şewata ji ber hindekariya gule avêtinê ya polîsên hêzên taybet rû da bû da û ji aliyê polîsan ve hatibû derpkirin û gef li malbatê hatibû xwarin têdikarî bûyerê axivî û diyar kir ku ew ê derbarê eskeran de gilî bikin.      Li navçeya Pasûrê ya Amedê, duh di saetên nîvro de agir bi qadeke çiyayê ketibû. Hat diyar kir ku ev şewat ji ber hindekariya gule avêtinê ya Polîsên Hêzên Taybet a girêdayî navçeya Pasûrê rû da ye.  Malbata Fîdan a ku xwest şewatê vemirînê, ji aliyê 8 eskeran ve hatibû derpkirin û gefa kuştinê  li malbatê xwaribûn.    ŞEWAT QEYD KIR   Malbata Fîdan a xwediyê erd, şewata ji aliyê eskeran ve hatibû pêxistin, bi telefonê qeyd kir. Di dîmenan de, endamên malbata Fîdan, bertek nîşanî şewatê didin û dibêjin; “Lê mêze bikin, gaşo dewletê diparêzin, çawan zirarê didin daran. Ka li şewatê mêze bikin. Bila hemû kes bibîne ku heywan çawan di nava agir de ma ne. Bila bibînin ka çi tînin serê me. Her derî dişewitînin. Dûre dibêjin, ‘em dewletin.’”    DERP Û GEF   Endamên malbata Fîdan, diyar kirin ku dema ku wan dîmenên şewatê dikişandin rastî êrişa eskeran hatin û wiha îdîakirin: “Eskeran dest danîn ser telefonên me. Dûre em bi kuştinê tehdît kirin. Ev erd yê me ye. Em li vê derê heywanên xwe diçêrînin. Li hemberî erdê me qulûbeya nobetê ya Hêza Taybet a Eskerî heye. Vana berî çend heftiyan hatin erdê me dan ber agir. Dayika min bertek nîşanî wan da bû. Ji dayika min re gotibûn ‘Heywanên xwe neyinin vê derê.’ Duh jî piştî nîvro carek din hatin. Guleyan berdidin. Apê min ewil çû wê derê. Lê apê min bi kuştina çeke tehdît kirin. Ji apê min re dibêjin, ‘Emê te li vê derê bikujin wê agahiya kesekê jî ji te çênebe.’ Dûre wî derp dikin. Çawan ku apê min diçe gel heywanên xwe, di encama gulebarandinê de şewat derdikeve.”    Malbata Fîdan wê îro derbarê 8 eskeran de gilî bike.    ŞEWAT DEWAM DIKE   Şewata ku welatiyên taxê hewl didin, bi derfetên xwe vemirînin dewam dike.