Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin 2020-10-25 12:51:21 ŞENGAL - Şandeya jinên Ezidî ku li Bexdayê hevdîtinên xwe didomîne, îro bi nûnerê siyasî yê NY'ê yê li Iraqê re hevdîtin kir.    Hevdîtinên şandeya jinên Ezidî yên li Bexdayê berdewam dikin. Piştî peymana di navbera Hewler û Bexda ya li ser Şengale hat îmzekirin, civaka Ezidî ket nava tevgerê. Civaka Êzidî ku bertek nîşanî peymanê da, li Şengal û her aliyê cihanê ket nav tevger û çalakiyan. Di vê çarçoveyê de şandeyek ji jinên êzidî yên Şengalê pêk hat çûbû Baxdayê û dest bi hevdîtinan kiribûn. Şandeya ku hevdîtinên xwe berdewam dike, îro jî bi nûnerê Netweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Seîd Mihemed Necer re hevdîtin kir.   Heyeta Jinên Êzidî di hevdîtina xwe de bal kişandin ser peymana di navbera Hewlêr û bexdayê de. Heyetê di hevdîtina xwe de eqûbeta jîn û zaroken ketinê destê DAÎŞ’ê ku aqûbeta wan ne diyar jî kir. Herwiha jinên êzidî di hevdîtinê de Bi taybet jî bal kişandin ser bêdengiya NY'ê û wiha gotin, “ Divê NY di ve mijare de bi erka xwe rabe û ji bo êzidiyên yên wunda ne bikeve tevgerê.”   Nûnerê NY'ê Seîd Mihemed Necar jî tiştên hatine ziman weke daxwazên civaka Ezidî girt dest û got; “ Em ê daxwazên we ji cihên têkildar re ragihînin.”