Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt 2020-10-25 12:50:17   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê hatibû destpêkirin di roja 42’yemîn deye. Komeke nû çalakiya greva birçîbûnê dewr girt.    Girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, ji bo ku pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) yên di girtîgehê de tên birêve birin bi dawî bibin, di 14’ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Greva birçîbûnê ya ku bi awayekê dorveger 10 rojan dewam dike, ket roja 42’yemîn de.   Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de wiha ne: “   “* Divê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehê de, ji girtiyên din hatine îzolekirin, bi dawî bibin.    * Divê têla direhî ya li ser dîwarên hewşan bên rakirin.    * Divê lêgerînên keyfî yên di hevdîtinên vekirî û girtî de bên bidawîkirin.    * Lazime radyoyên di dema OHAL’ê de hatibûn komkirin paşve bên dayîn.    * Divê dema hewadarkirina girtiyên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn, bê zêdekirin (tenê 1 saetê derdikevin hewadarkirinê.)    * Divê êdî girtiyên siyasî bi girtiyên din re dernexin heman korîdorê û dest ji vê pêkanînê bê berdan.”   Navê girtiyên greva birçîbûnê dewr girtin wiha ne: “Mahsum Deger, Mehmet Duran, Îzbat Orhan, Egît Selman, Nacî Erkol, Devrîm Aşkan, Dîvalî Acar û Nazmî Aydîn.    Girtiyan, diyar kirin ku heya daxwazên wan neyin qebûl kirin, ewê çalakiya xwe dewam bikin.