Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin 2020-10-25 11:33:45   AGIRÎ – Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekelik û Gonul Ozturk ku duh polîsan ew binçav kiribûn; piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro ew sewqî dozgeriyê kirin.    Polîsan duh li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi ser malên Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekelik û Gonul Ozturk de girtin û binçav kirin. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê de ji dest danin ser pankart û dowîzan. Polîsan piştî îfadeya hevserokên HDP'ê Ekelîk û Ozturk gritni, îro ew sewqî dozgeriyê kirin. Hat fêrbûn ku Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelik hefteyek berê ji kezeba xwe emeliyat bûye.