Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn 2020-10-25 10:29:34 AMED - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê hevdîtina xwe ya bi malbatên li pêş avahiya HDP'ê rûniştin de axivî û got: "Ji bo ku HDP’ê sûcdar bikin, malbatan weke amûr bikartînin. Ez bang li malbatan dikin ku weke HDP em amadene fikir, daxwaz û pêşniyarên we guhdar bikin û bi we re têkoşîna aştiyê bidin.”   Rûniştina malbatên ku bi îdîaya "Zarokên wan şandine çiyê" ya li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê ku her roj di bin kontrol û ewlehiya polîsan de tên ber avahiyê, dewam dike. Ev malbat ji bo ku bibin rojev pirî caran bi devkî û fîzîkî êrîşî HDP'iyan dikin. Polîsên ku ji bo ewlehiya van malbatan hatine peywirdarkirin jî, li hemberî van êrîşan mudahale nakin û derbarê HDP’iyên ku rastî êrîşê tên de jî, lêpirsînê didin destpêkirin. Kesên ku ji ber vê yekê hatine binçavkirin û girtin jî hene.    Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Sêrtê Meral Daniş Beştaş a ku ji bo hin hevdîtinan hat Amedê, xwest bi malbatên li pêş avahiya HDP'ê re biaxive. Lê polîsan Beştaş û malbatên xwestin bi Beştaşê re biaxivin asteng kirin. Beştaş, têkildarî hevdîtina xwe ya bi malbatan re axivî.   ‘EM WEKE HDP AMADENE WE GUHDAR BIKIN’   Beştaş, diyar kir ku malbatên ku li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê rûdinin li cihekî xelet disekinin û wiha got: “Sekinîna malbatan bi temamî wek amûrê şerê psîkolojîk xistin meriyetê. Ji ber ku em ji xwe siyaseta aşitiyê dikin, li hemberî şer disekinin û li ser navê dayikan têkoşîna siyaseta demokratîk dimeşînin. Heta niha ji bo têkiliyê û danîne em fediyok nêzîk nebûn. Paşerojê jî min û hevalên xwe xwest biaxivin tu caran jî em jê nerevîn. Îro jî em narevin, bang li malbatan dikin ku wek HDP em amadene ku fikir, daxwaz û pêşniyarên we guhdar bikin û bi we re têkoşîna aşitiyê bidin.”   ‘DESTÛRÊ NADIN BI HDP’Ê RE BIAXIVIN’   Beştaş, bibîrxist ku rûniştina Wezîrê Karê Hundir û hevjîna Serokkomar ya li pêş avahiya wan nayê qebûl kirin, ji ber ku desthilatdarî şûna ku xwe vîna çareseriyê bibîne aliyekî din dike hedef û wiha axivî: “Em di ferqa krîmînalîzekirina HDP’ê de ne, bi rêbazên cuda vê yekê bikaranîn nayê qebûl kirin.” Beştaş, da zanîn ku dema bi malbatên ku li pêş avahiya HDP’ê re axivî dît ku malbat ji bo axaftinê bi xwestek in û wiha berdewam kir: “Min xwest malbatan guhdar bikim. Min du, sê heb guhdarkir lê astengiyeke devkî û fîzîkî çêbû. Mesele nehiştin jin pêş bikevin, temaskirina min re bûn asteng. Ji bo ku hemûyan guhdar bikim sekinîm. Li pêş avahiya HDP'ê didin rûniştandin lê naxwazin bi HDP’ê re biaxivin. Dema temasek çêbû jî bi heqaret kirin û êrîşan li dijî HDP’ê bikartînin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN DURÛTIYÊ NE’   Beştaş, anî ziman ku hevdîtina wê ya bi malbatan re bi erênî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlementoyeke ku hemû partiyên siyasî tên temsil kirin heye. Vîna çareseriyeke esasî jî dê ji wir derkeve. Desthilardariya AKP’ê li derve û hundir polîtîkayên şer didomîne, kurdan weke dujmin îlan dike, hişmendiyeke wisa ye ji Rojhilatê Bakûrê Suriyê heta Îraq, Îranê li kû derê kurdek hebe dujminatiyê dike lê ji malbatan re jî dibêje ‘ji bo ku hûn zarokên xwe bibînin li wê derê rûnin’ ev polîtîkayên durûtiyê ne.”   MALBAT VEXWANDIN MECLÎSÊ   Beştaş, malbatên li pêş avahiya wan a Amede rûdinin vexwandin meclîsê û wiha bilêv kir: “Bila werin, ji bo çareseriyê, ji bo ku tu zarok ne li çiya, ne li bajêr nemirin, ji bo ku ne esker, ne polîs û ne jî mîlîtan nemirin em amadene ku her tiştî bikin. Ji xwe paradîgmaya partiya me bi siyaseta demokratîk, bi diyalog û bi riya parlementoyê mesele çareserkirinin. Lê ew bi zextan û tundiyê mirovan teşvîkî çûna çiya dikin. Sala derbasbûyî li Mûşê zarokekî dayikekê hat kuştin, nehiştin ku şîna wî jî deynin. Ew dayik jî li pêş avahiya me rûdinişt. Ev yek jî nîşan dide ku çiqas bê samîmî ne. Em ji bo ku zarokê wê dayikê nemire her roj bedel didin.”   ‘MALBAT TÊN ASTENGKIRIN'   Beştaş, destnîşan kir ku ji bo ku HDP’ê sucdar bikin di destê desthilatdariyê de tu malzeme nemaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku HDP’ê sûcdar bikin mixabin malbatan weke amûrekê bikartînin. Dema ez behsa vê yekê dikim jî canê min dişewite. Em jî ji malbat, dê û bavên xwe re, her kesên ku diçin wê derê re dibêjin ‘yên ku li cem we em in, em ji we ne cudatir in, ne bin amûrên vê lîstikê’ Tenê ji bo ku medya alîgir çend wêneya û heqareta li HDP’ê tê kirin bikişîne mijûl dibin. Ji vir tiştek dernakeve, em her roj gotina xwe dibêjin ‘ev malbat malbatên me ne heke neyên astengkirin em her tim dikarin bi wan re biaxivin.”   MA/ Fahrettin Kiliç - Ergin Çaglar