Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî 2020-10-25 09:02:23 ÊLIH – Rojnamevan Hayrî Tûnç ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakiyî 2 sal ceza lê hatiye birîn got: "Em rojnamevan in. Rastî çi be em didin dû wê û em ê her tim bidin dû wê."    Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakiyî yên di navbera 2015-2016'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê doz li Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Gazete Fersûdeyê Hayrî Tûnç hatibû vekirin. Hefteya borî doz bi dawî bû û 2 sal ceza li Tûnç hat birîn.    ATûnç, anî ziman ku armanca wî tenê rojnamevanî ye.    'WÊNEYÊN KU 4 SAL BERÊ HATINE GIRTIN'    Tûnç, anî ziman ku nûçegihanên wêneyan û rojnamevan ji bo nûçeyên wan bêtir bên belavkirin medyaya civakiyî bi awayekî çalak bi kar tînin û got, wî jî ev yek kiriye, lê belê wêneyên nûçeyan jî sûc hatine hesibandin. Tûnç got: "Dadgehê salek ceza birî. Dû re bi hinceta ku 'bi rêya çapemeniyê hatiye kirin' 6 meh cezayê din jî bir. Paşê jî ceza kir sal û 16 meh û 24 roj. Herî dawî jî hinek jê kêm kir û kir 2 sal. Nehiştin bê taloqkirin û veguhere cezayê pereyî. Ji vî cezayî bêtir awayê ceza bala min kişand. Ev wêne 4 sal berê hatien girtin. Kesên rojnamevanan didarizînin ji ber ku tiştekî nabînin radibin arşîvên rojnamevan li hev dixin. Ev bixwe jî nîşan dide li welêt rojnamevanî ketiye çi halî."    Tûnç, anî ziman ku dozger parvekirineke derbarê Îbrahîm Kaypakkaya de wekî "propagandaya DHKP-C'yê" nirxandiye û got, dozgerê ku îdianame amade kiriye bi mantiqeke otomatşk hereket kiriye. Tûnç got: "Kaypakkaya di 18'ê Gulana 1973'yan de jiyana xwe ji dest daye. Lê belê dozger radibe navê rêxistineke ku di sala 1994'an de hatiye avakirin dibêje û ji xwe re sûcekî hildiberîne."    'EM ROJNAMEVAN IN'    Tûnç, bilêv kir ku rojnamevanî ne pîşeyeke ku li gor îqtidarê şikil biguherîne û got: "Em rojnamevan in. Rastî çi be em didin dû wê û em ê her tim bidin dû wê."