Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike 2020-10-25 09:01:30   WAN – Qedexeya li Wanê hezar û 435 roj in didome. Ev qedexe ji bo AKP'ê û alîgirên wê nederbasdar e, lê belê ji bo kesên muxalif derbasdar e. Kesên bandorê ji vê qedexeyê digirin, anîn ziman ku biryara vê qedexeya ji bo muxalifan û kesên dijî şer derbasdar e, biryareke ku walîtiyê jî derbas kir û tu muxatabî nabînin.    Walîtiya Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha 15 rojan careke li Wanê hemû çalakiyan qedexe dike. Lê belê ev qedexeya navbirî ji bo muxalîfan, rêxistinên civaka sivîl û nexasim jî ji bo HDP'ê derbasdar e, lê belê ji bo AKP'ê û alîgirên wê nederbasdar e.    HDP: TELÎMAT ZDETIRÎ QEWETA WALÎTIYÊ YE    Hevserokê HD'ê yê Wanê Okkeş Kava, anî ziman ku ev qedexe tenê ji bo partiya wan û hêzên demokrasiyê derbasdar e. Kava, destnîşan kir ku AKP û partiyên nêzî wê li ku derê bixwazin standên xwe datînin û got: "Talîmatên ji bo vê qedexeyê zêdetirî qaweta walîtiyê ne, ji jor tên."    Kawa got: "Bi hinceta qedeyan dixwazin me bitepisînin. Bi salan e em kar û barê xwe di bin zext û zoriyan de dikin. Bi zextan nahêlin em karê xwe bi rihetî bikin. Guh nadin qanûnên xwe jî. Gelo qanûn mezin e yan walî?"    Kava, diyar kir ku lê belê ligel hemû zor û zehmtiyan jî tax bi tax, kuçe bi kuçe xwe digihînin gel û got: "Em ê her tim di nava gel de bin. Wê xebatên me bi berxwedaneke mezin bidomin."    EGÎTIM SEN: JI BO KEDÊN DIJÎ ŞER QEDEXEYE    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay jî qedexeyên navbirî tenê ji bo muxalifan derbasdar in û got: "Tu rêxistinên civaka sivîl ên muxalif nikarin van qadan bi kar bînin. Lê waliyê ku wekî serokê AKP'ê yê bajêr herekt dike, dihêle ku AKp standan vekin, pankartan vekin û konvoyê li dar bixin. Lê kesên dijî şer tên astengkirin. Ên ji bo Azerbêcanê dadikevin qadan, destûra wan tê dayîn."    Atabay, anî ziman ku li bajarên din jî heman pêkanîn hene, lê belê li Wanê ev tişt êdî bûye tiştekî fermî û got, lê belê ew û rêxistinên civaka sivîl ên bi heman zextan re rû bi rû dimînin wê bên cem hev du û wê xebatên xwe bi rê ve bibin.    SES: EM MUXATAB NABÎNIN    Serokê Şaxa Senîdkaya Xizmetên Tenduristî û Civakiyê (SES) Zekî Seven jî anî ziman ku ya tê kirin tişteî kêfî ye. Seven, diyar kir ku ên nêzî hikûmetê bi rihetî tevdigerin û got: "Lê em nikarin dakevin qadê. Em nikarin ji bo hevalekî xwe yên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da rêz jî bigirin. Ji bo van qedexeyan em muxatabekî jî nabînin. Li dijî ên muxalif zext û zoriyên pir mezin hene. Lê belê şikandina van zext û ziryan bi têkoşîn û wêrekiyê pêkan e. Em ê her tim bitêkoşin."    MA / Dîndar Karataş – Mujdat Can