Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike 2020-10-25 09:01:11 STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, anî ziman ku li Îdlibê piştî valakirina noqteya çavdêriyê ya jimare 9'an a Tirkiyeyê, niha jî Tirkiye ji bo ku ji Rûsyayê hin tawîzan bi dest bixe tevî hêzên paramîlîter êrîşê dibe ser Eyn Îsayê, lê belê Tirkiye negihaştiye armanca xwe.    Li Îdlibê piştî Tirkiyeyê hin noqteyên xwe yên çavdêriyê vala kirin, careke din nîqaş dest pê kirin. Tirkiyeyê ji 13 noqteyên xwe yên çavdêriyê yên li Îdlibê ya jimare 9'an ku li bajaroka Morekê bû vala kir. Her wiha eskerên li vir û tezhîzatên noqteya çavdêriyê jî birin herêma Zaviyeyê. Tê gotin wê hin noqteyên din jî bên valakirin. Piştî valakirina noqteyê TSK û hêzên paramîlîter bi hev re êrîş birin ser bajarê Eyn Îsayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.    Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, valakirina noqteya çavdêriyê ya li Morekê û geşedenên di vî warî de nirxandin.    GOTIBÛN EM Ê PAŞVE VENEKIŞIN    Yîgît, diyar kir ku sê hefteyên dawî li Îdlibê her diçe şer gur dibe û û got, sedema gurbûna şer jî ew e ku muhleta ku Rûsyayêê dabû Tirkiyeyê bi dawî dibe. Yîgît, anî ziman ku di vê demê de Tirkiyeyê sewqiyateke zêde kiriye û got: "Her wiha 13 noqteyên wê yên çavdêriyê hebûn ku artêşa Sûriyeyê ew dorpêç kiribûn. Dorpêçkirina noqteya 9'an têkşikandinek e. Tirkiyey bi taybetî ji bo vê digot ew ê paşve venekişin. Lê bê his û pis zûzûka vekişiya. Esker û teçhîzatên xwe birin Herêma Cebel Zaaviyeyê ku li başûrê Îdlibê dikeve."    Her wiha Yîgît, anî ziman ku hin kes dibêjin wê noqteyn heyî jî bên valakirin û hin kes jî dibêjin wê bi tenê 4 heb bên valakirin û got, lê tê gotin wê yên li bakur vala neke.    Yîgît, anî ziman ku derbarê valakirina noqteya çavdêriyê de gelek dîtinên cuda tên derpêşkirin û got: "Rêya M-4'an nîşan dide ku operasyon nêzîk bûye. Tirkiye ji bo cihê xwe saxlem bike, ber bi noqteyên neçalak ve diçe. Ev an awayê pozîsyogirtinê ye an jî amadekariyên ji bo operasyonê ne. Her wiha noqteyên çavdêriyê yên tê gotin wê neyên valakirin jî li hêla rojhilat a rêya M-5'an dikevin. Li wê derê prisgirêk tuneye. Belkî ji ber krîza derbarê M-4'ê de nêz dibe vekişiyaye. Belkî jî ji ber ku naxwaze her 13 noqteyên çavdêriyê neyên pasîfkirin an jî di dema şer de rehîn nemîne vedikişe."    ‘BAZARIYA MINBIC Û TIL RIFATÊ NEHAT QEBÛLKIRIN'    Yîgît, bibîr xist ku di serdena heyeta Rûsyayê ya ji bo Tirkiyeyê de ku di meha Îlonê de çêbûbû, şerta ewil di açrçoveya Peymana Moskowê de valakirina derdora rêya M-4'ê bû û got: "Her wiha ji Tirkiyeyê xwestibû ku hejmara eskerên xwe yên li wir kêm bike. Lê belê ji ber ku daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn, em nizanin bê çi jê derketiye. Yanî tê zanîn ku Tirkiyeyê qebûl nekiriye. Tirkiye beramberiya vê dixwaze Til Rifat û Minbic tslîmî wan bê kirin. Lê hêla Rûsyayê ev yek qebûl nekiriye. Lê liv û tevgera dawîn jî nîşan dide ku Tirkiye hin gavên ku Rûsyayê xwestine temam dike. Yanî niha tiştên ku Rûs dixwazin pêk tên."    ‘WÊ RÛSYA BI SÊ DOSYEYAN DERKEVE PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ'    Yîgît, anî ziman ku fikra berbelav ev ev ku tê gotin axirê wê Tirkiye vekişe sînorên ku di meha Adarê de xêz kiribûn û got: "Niha ji bo peyamekê bide Rûsyayê evdikişe. Herî dawî wê Rûsya bi dosyeyên Sûriye, Lîbya û Qerebaxê derkeve pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiye jî ji bo xwe ji van dosyeyan xelas bike dibe ku peyamekê dide Rûsyayê."    ‘EL KAÎDEYIYÊN ÛYGÛRÎ DI EHDEFÊ DE NE'    Yîgît, anî ziman ku heger operasyoneke muhtemele çêbibe wê operasyoneke bisînor be û ên di hedefê de jî komên li hêla başûrê rêya M-4'an in. Yîgît got: "Wê operasyon ji bo ewlehiya rêya M-4'ê bê kirin. Lewma ên di ehedefê de wê cîhadparêzin li hêla başûr bin. Li cebel Zaviyeyê hin komên alîgirên Trikiyeyê jî hene ku ew û artêşa Sûriyeyê tim şer dikin. Ev pevçûn qet nesekinîn. A krîtîktir jî cîhadparêzin endamên El Kaîdeyê yên ûygûrî ne. Heya niha daxilî nav pevçûnan nebûne lê derî çarçoveya agirbestê de ne û hedefa ewil ew in. Niha ji bo wan tu garantoriya Tirkiyeyê tuneye. Hefteya borî û vê hefteyê balafirên ûrisan cîhadparêzin ûygûrî hedef girtin. Ji xeynî Cebel Zaviyeyê jî diyar bû ku ûygûrî û El Kaîdeyî di hedefê de ne."    Her wiha Yîgît, anî ziman ku gava operasyonek çêbibe êw ev ûguriyên El Kaîdeyî berê xwe bidin Hatayê, ji şewra ji xeynî Hatayê cihekî ku pê de biçin tune ye. Her wiha Yîgît, diyar kir ku gava noqteya çavdêriyê ya Morekê hat valakirin van kesan bertek nîşan da û bêyî ku nav Erdogan bilêv bikin rasterast gef li Erdogan xwarin û got, wekî bibêjin ên tên qurbakirin ew in û hêrsa xwe anîn ziman.    ÊRÎŞA LI SER EYN ÎSAYÊ    Her wiha Yîgît bal kişand ser êrîşên li ser bajarê Eyn Îsayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin jî û got: "Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê polîtîkayeke şerî û pevçûnî ye. Heger pevçûnek tunebe, li eniyeke din polîtîkayeke pevçûnî esas digire. Piştî Îdlîb sekinî, arbû eniya Lîbyayê vekir. Piştî Lîbyayê berê xwe da Qafqasê. Piştî wê derê bi gotinan şerî Rojhilatê Behra Spî hat germkirin. Yanî heger Îdlîb ji aliyê Rûsya û artêşa Sûriyey bê germkirin jî wê Tirkiye berê agir bide cihekî dinê. Ew der jî dibe ku rojhilatê Firatê be. Şerê li Eyn Îsayê dibe ku ji bo peyamekê bide Rûsyayê û ji Rûsyayê hin tawîzan bi dest bixe. Lê ji ber dosyeyên Sûrye, Lîbya û Qerebaxê ne mimkun e ku Tirkiye hin tawîzan ji Rûsyayê bi dest bixe."    MA / Îdrîs Sayilgan