ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-25 09:00:36   * Ekolojîstan bal kişand ser xala "Ji bo xweza û jiyanê bi hev re " ku di Deklerasyona HDP'ê de cih digire û gotin: "Polîtîkaya parastina sermayeyê ku ji aliyê îqtidarê ve esas tê girtin, dibe sedema rûxandineke mezin."   * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, anî ziman ku li Îdlibê piştî valakirina noqteya çavdêriyê ya jimare 9'an a Tirkiyeyê, niha jî Tirkiye ji bo ku ji Rûsyayê hin tawîzan bi dest bixe tevî hêzên paramîlîter êrîşê dibe ser Eyn Îsayê, lê belê Tirkiye negihaştiye armanca xwe.    *Qedexeya li Wanê hezar û 435 roj in didome. Ev qedexe ji bo AKP'ê û alîgirên wê nederbasdar e, lê belê ji bo kesên muxalif derbasdar e. Kesên bandorê ji vê qedexeyê digirin, anîn ziman ku biryara vê qedexeya ji bo muxalifan û kesên dijî şer derbasdar e, biryareke ku walîtiyê jî derbas kir û tu muxatabî nabînin.    * Rojnamevan Hayrî Tûn ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakiyî 2 sal ceza lê hatiye birîn got: "Em rojnamevan in. Rastî çi be em didin dû wê û em ê her tim bidin dû wê."    * Piştî darbeyê li Bolîvyayê hilbijartina ewil çêbû û partiya MAS'ê ya Evo Morales bi ser ket. Nivîskar Metîn Yegîn, diyar kir ku serketina MAS'ê girîng e û got, hilbijartinên Bolîvyayê hem ji bo Amerîkaya Latîn hem jî ji bo herêmên din bûye cihê hêviyê.     * Pelîn Ozen Demîr ku ji bo kurê xwe Îsmaîl Çagan ê ku nexweşîna SMA'yê lê peyda bûye kampanyayek daye destpêkirin, anî ziman ku ji bo tedawiyê divê kurê wê qelew nebe, lewma êvarî wî birçî di xew radike. Demîr ku got "79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî" xeyala wê ew e ku ew û kurê xwe bi hev re bigerin.    * Rêxistina HDP'ê ya Enqerê, wê ji bo pirtûka helbestan a bi navê "Yikilacak Duvarlar" a Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê  Fîgen Yuksekdag li avahiya  partiyê bernameya îmzeyê li dar bixe. (13.00)   * Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê, wê bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, civîna gel bê lidarxistin. (14.00)   * Rêxistinên ciwanan ên li Stenbolê, wê derbarê Meclîsa Ciwanên Yekbûyî ya ku di 15'ê Mijdarê îlan bikin de, li Kadikoyê Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)