Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn 2020-10-24 12:06:51   AMED – Xizmen Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li kujerên Mahmût Dogan ê di 1993’yan de li navçeya Çinarê hat qetilkirin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 611’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji ber vîrûsa koronayê bi rêya vîdeoyek li dar xist. Vîdeo li ser hesabê medya civakî yê ÎHD’ê hat belavkirin. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz serpêhatiya Mahmût Dogan ê di 27’ê Mijdara 1993’yan de li navçeya Çinarê ya Amedê hat qetilkirin vegot û xwest kujerên Dogan werin dîtin.    EWILÎ LI XWE MIKÛR HATIN PAŞÊ ÎNKAR KIRIN    Yilmaz diyar kir ku dema Mahmût Dogan di binçavan de hatiye qetilkirin bavê 4 zarokan bûye û ew bi şifêriya teksîvaniyê ve mijûl bûye. Ercan da zanîn ku Dogan roja 27’ê mijdarê ji malê derdikeve û dixwaze bi taksiya xwe biçe kar û êvarê venegare malê û li ser vê yekê malbata wî bi fikar dibe û demildest serî li qereqolê dide. Yilmaz anî ziman ku Emniyeta Amedê ji malbatê re dibêje ku Mahmût Dogan di binçavan de ye û di wesayîta wî de çek hatine desteserkirin û pişt re emniyet binçavkirina wî înkar dike.    PIŞTÎ 2 MEHAN CENAZE TÊ DÎTIN    Yilmaz da zanîn ku cenazeyê Mahmût Dogan û kesek pê re di 28’ê çileya 1994’an de li herêma Qerejdaxê ya girêdayî navçeya Çinarê tê dîtin û her çiqas serlêdan hatin kirin û lêpirsîn hatin birêvebirin, dosye hat girtin û kujer jî nehatin dîtin.