Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan 2020-10-24 10:20:31 AMED – Girtî Şemsettîn Kargili, diyar kir ku li Girtîgeha Dîlokê şertên 12’ê Îlonê hene û xwarina 2 kesan didin 8 kesan.    Girtî Şemsettîn Kargili ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê ye û 27 sal in girtî ye, di 22’ê cotmehê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û derbarê şertên girtîgehê agahî parve kirin. Kargilî, ragihand ku rewşa wî ne baş e û nexweşiya wî girand dibe û ji ber ku wan nabin nexweşxaneyê nikare tedawî bibe.    Kargili, da zanîn ku nexweşxaneyên ku çûnê bijîj pê re eleqedar nebûne û ev agahî dan: “Derbarê mayîna min a li girtîgehê de heyeta nexweşxaneyê bêyî ku li min binêre rapora ku dikarim li girtîgehê bimînim amade kir. Em nikarin biçin nexweşxaneyê. Dema ku em biçin 15 rojan di hucreyên yekkesî de dimînin. Dermanên şaş ji me re dişînin. Her ku diçe şert giran dibin. Niha şertên tecrîdê û 12’ê Îlonê li ser me ferz dikin. Gelek zextên derûnî li me dikin.”   ‘XWARIN NAYÊ XWARIN’   Kargili, qala xwarina ku didine wan jî kir û derbarê mijarê de agahî bi malbata xwe re parve kiriye: “Xwarina me ji girtîgeheke din tê. Xwarina 2 kesan didin 8 kesan. Hindikbûna xwarinan ne pirsgirêk e lê xwarin nepaj in. Beriya niha bi xwarina ku dabûn me jehrî kiribûn. Ser xwarinan vekiriye. Kesên xwarinê belav dikin hemû girtiyên edlî ne. Kesek di ser xwarinê de bibênije wê nexweşiya wî derbasî me bibe.”   Me bi telefonê xwe gihand Girtîgeha Tîpa H  a Dîlokê, girtîgehê angaştên binpêkirinên mafan qebûl nekir.