Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin 2020-10-24 09:09:08 MÊRDÎN - Parêzer Necat Çiray ji bo "şahidên nepen" ên di dosyeyên siyasetmedar û hevşaredarên li Mêrdînê hatine girtin ch digirin de got "delîlên xeyaletî". Çiray, anî ziman ku dosyeyên qeyûman bi beyanên "şahidên nepen" hatine çêkirin û got, armanca van dosyeyan ew e ku qeyûmtiyê bidomînin.  Hevşaredarên navçeya Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Şemrex û Stewrê û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, bi beyanên şahidên nepen hatine girtin. Di hin danişînan de derketibû holê ku hin "şahidên nepen" diyar kiribûn ku îfadeyên di îdianameyê de cih digirin ne aydê wan in û her wiha cardin derketibû holê ku dozger û emniyet xwe nagihînin hin "şahidên nepen."    Parêzerê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Erîk Yilmazê Necat Çiray, "şahidên nepen" ên di dosyeyan de tên bicihkirin nirxandin.    Çiray, anî ziman li Mêrdînê di darizandinên "bi tawanbariya rêxistinê" de beyanên "şahidên nepen" pir tên bikaranîn û got: "Halbûkî li gor qanûnên şahidên nepen gava meseleya ewlehiyê hebe nansameyên wan nayên aşkerekirin û wisa tên guhdarkirin. Lê belê li Mêrdînê nexasim jî li dijî HDP'iyan ji bo delîlan biafirînin vê yekê bi kar tînin. Ev sirf ji bo delîlan çêbikin tên bikaranîn. Yanî derî mexsedê tên bikaranîn."    DELÎLÊN XEYALETΠ   Çiray, destnîşan kir ku di lêpirsînan de derketiye holê ku ev kes derewan dikin û got: "Lewma biryara parastina hin kesan tê betalkirin. Ên hn kesan jî bêyî ku daxilî nav bernameya parastinê bên kirin wan dikin şahid. Di dema lêprisînê de îfadeyên cuda û di dema dadgehkirinê de jî îfadeyên cuda derdikevin holê. Ev şahidên nepen ji bo me delîlên xeyaletî ne. A rast em jî nizanin bê ka ev kes hene yan na."    ‘ARMANc DEWAMKIRINA QEYÛMTIYÊ YE'    Çiray, anî ziman ku tişta tê kirin bêhiqûqîtî ye û got, aşkere ye ku hem wê AYM hem jî wê DMME'yê biryarên binpêkirina mafan bidin. Çiray, destnîşan kir ku sedema berdewamkirina vê yekê "konjukturel" e û got, li gor beyanên "şahidên nepen" qeyûman tayinî şaredariyên HDP'î dikin. Çiray got: "Ev yek dijî hiqûqê ye. Lê armanca vê pêkanînê ew e ku feraseta qeyûmtiyê bidomînin."    Çiray got: "Ez ji vê re dibêjim delîlên xeyaletî. Pir aşkere ye ku ev delîl belê hatine çêkirin. Lê dadgeh helwestine cuda nîşan didin. Em vê yekê qebûl nakin. Şahidê nepen tenê delîla meqama îdiayê ye. Lewma em vê yekê qebûl nakin. Yan na wê binpêkirina rêgeza darizandina adil bidome."    MA / Ahmet Kanbal