Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine 2020-10-23 21:23:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 165 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 74 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 165kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 658 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 357 hezar û 693.