10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn 2020-10-23 10:36:40   ANTALYA - Dadgehê ji ber axaftina di Newroza 2019’an de kiriye 10 meh cezayê hepsê li Endamê Meclîsa HDP’ê yê berê Nîhat Akkaya birî.    Endamê Meclîsa HDP’ê yê berê Nîhat Akkaya di Newroza 2019’an a Antalyayê de axivîbû û gotibû “Birêz Abdullah Ocalan.” Dadgehê bi boneya vê gotinê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz li Akkaya vekir. Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Antalyayê hat lidarxistin. Akkaya û parêzer beşdarî danişînê bûn û beraetê xwestin. Dadgehê daxwaza wan red kir û 10 meh cezayê hepsê lê birî û ceza da taloqkirin.