DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî 2020-10-23 09:10:43 ŞIRNEX - Li navçeya Basa ya Şirnexê, DEDAŞ'ê bi hinceta nedayîna fatûreyan av û ceyrana 13 gundan qut kir. Endamê Meclîsa Şaredariya HDP'ê Mehmet Erbey têkîldarî mijarê axivî û got: “Ger em van 13 gundan bifiroşin jî, gundî wê nikarin van fatûreyan bidin.”  DEDAŞ’ê ji 7 cotmehê ve, bi hinceta nedayîna deynê fatûreyan av û ceyrana gundên Hêtma, Cêleka, Dîlpkê, Kanîhêjîrê, Şehrika, Şewê, Bana, Kereşa, Bizina, Tarûnî, Gîrî û Şikeftaspî yên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê qut kirin. Ji ber vê pêkanîna DEDAŞ'ê niha 13 gund 17 rojin bê av û ceyran in. Welatiyên gund pêdiviyên xwe yên avê ji navenda navçeyê pêk tînin. Deynê ku aîdî 20 sal berêye bi tu awayî faturayên wan ji gundiyan re neçûne. Ji van  gundan tenê ji gundê Tarûnî re  858 hezar fature hat birîn.    Di heman demê de li gorî îdîayên gundiyan, xebatkarên DEDAŞ'ê çûne çend gundan û ji wan rûşvet standine. Di berdêla wê de ceyran û av ji bo demekê ji gundiyan re hatiye berdan.    'TENÊ JI GUNDÊ HÊTMA RE YEK TRÎLYON PERE  TÊ XWESTIN'   Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Basa Mehmet Erbey têkîldarî mijarê axivî. Erbey, anî ziman ku 13 gund gişt jî bên firotin welatî  nikarin van fatureyan bidin û wiha got: "Li herêmê bi salan e pirsgirêka av û ceyranê heye. Erka  me ya sereke ew e ku em vê yekê bipirsin û lêkolîn bikin. Ev pirsgirêk bi salan e heye û bi tu awayî nehatiye çareser kirin.Ev gunde hewcedariyên xwe yên avê ji bîran peyda dikin. Ji ber ku ev şebekeya avê jî bi trafoyê ve girêdayî ye, dema ku ceyran tune be ev bîr jî naxebitin. Ji van 13 gundan re, pereyê fatureyên ku 20 sal berê nehatin dayîn, tê xwestin. Deynê 20 sal berê  komkirine  û niha pereyê van faturayan ji gundiyan dixwazin. Xebatkarên  DEDAŞ'ê bi berdewamî diçin van gundan û ji gel re dibêjin deynê xwe bidin. Gundî jî ne di rewşeke wisa  de ne ku vî pereyî bidin. Ceyrana  van gundan 13 roj in qut bûye û av nayê dayîn. Gel di rewşek xirab de ye.Niha, ev gundiye  bi traktoran têne navenda navçeyê û hewcedariyên xwe yên avê bi wî awayî pêşwazî dikin. Ki gundê Tarûnî 855  hezar pere  ji gundê  hatiye birîn. Tê gotin ki ji gundê Hêtma re nêzî tryonek fatura hatiye birîn.  Di vê qeyranê û nexweşiyê de ev  gundiye dê  vî deynî wê çawa bidin? DEDAŞ şûna birîna ceyran û avê dikare çareseriyek din bibîne. Ma pere  ji van mirovan pir çêtir û girîngtir e? DEDAŞ dibêje heta ku  gundî deynê xwe nedin em ê ceyran û av nedin. Divê ev pirsgirêka av û ceyranê were çareser kirin. Divê av û ceyran ji gel re bê dayîn.Wekî Endama Meclîs Giştî  em vê rewşê dişopînin. Em ê hewl bidin ku pirsgirêka gundiyan çareser bikin."   'BI QUTKIRINA AV Û CEYRANÊ ME CEZA DIKIN'   Welatiyekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî, diyar kir ku xebatkarên DEDAŞ'ê bi berdela rûşvetê av û ceyrana wan berdane û wiha bertek nîşanî vê yekê da: “Bi birîna av û ceyranê dixwazin me terbiye bikin. Bi salane li gundên me pirsgirêkên ceyran û avê hene. DEDAŞ bi birîna ceyran û avê her tim gefê li me dixwe. Gelek caran muxtarê gundê me, kartonên cigarayan ji wan re dikirin da ku DEDAŞ ceyrana me nebire. Bi vî awayî av û ceyrana me berdidan. Carekî muxtarê gundê me, ji xebatkarên DEDAŞ'ê re got, 'Hûn çima av û ceyrana gundên din didin û yên me dibirin?' Ji ber vê gotinê yek trîlyon deyn ji bo me derxistin. Ev tam çend trîlyone ez nizanim. Qala deynekê beriya 20 salan dikin. Nîfûsa gund 200 kes e. Ger em tevahiya gund bifroşin jî, em ê nekarin van fatûreyan bidin. Em li gund mal bi mal geriyan û me ji karmend û rêveberên DEDAŞ'ê re pere berhev kir ku av û ceyrana me bidin.  Ev pereyê ku me berhev kir jî me da wan. Wê ji bo demekê av û ceyrana me berdin. Dîsa wê bigirin. Xebatkarên DEDAŞ'ê bi xwe giliyê hev dikin û ji hevdû re dibêji; ‘We çima av da vî gundî?’ Haya wan bi xwe bi hevdû tune ye. Her sal, di demsala havînê de ceyran û ava me qut dikin. Bi qutkirina av û ceyranê me ceza dikin. Bi van pêkanînan dixwazin me bi ramanên xweyên siyasî razî bikin û li gorî berjewendiyên xwe bidin tevgerandin. Em vê neheqiyê û bêqanûnîyê qebûl nakin.”   MA / Zeynep Dûrgût