Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe 2020-10-23 09:07:11 STENBOL –  Salîh Yaman, anî ziman ku birayê wî Omer Yaman  ê 65 salî ku di Girtîgeha Tokatê de ye, birayê wî yê nexweş nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe û xwest birayê wî bê berdan.  Omer Yaman ku di sala 1994'an de gava gundê wan ê girêdayî Qilebana Şirnexê tê bombekirin, tevî malbata xwe koç dike û tevî zarokên xwe derbasî Iraqê dibe. Yaman, di sala 1999'an de tevî 4 birayên xwe sînor derbas dikin û tên Qilebanê. Li vê derê tê binçavkirin û tevî yên li gel xwe bi hinceta PKK'yî ne tên girtin û cezayê muebetê li wan tê birîn. Yaman ê 65 salî niha di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê de ye. Nexweşîna tansiyona zêde lê peyda bûye.   NIKARE AVÊ JÎ VEXWE    Birayê wî Salîh Yaman, anî ziman ku birayê wî Omer Yaman niha 65 salî ye û got, ji ber nexweşînê destên wî dilerizin û nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe. Yaman, diyar kir ku hevalên wî avê didinê û got: "Tansiyna wî tim kêm dibe û zêde dibe. Hevalên wî bi sîr û mast tansiyona wî kêm dikin. Lê belê îdareya girtîgehê nahêle tedawî bibe. Jixwe şert û mercên girtîgehê pir zehmet in. Û gava tu girtiyê siyas bî, ev şert hear qatî girantir dibin."    ‘ZILM DIDOME'    Yaman, bilêv kir ku herî dawî du hefte berê bi birayê xwe re xeber daye û got, birayê wî gotiye piştî şwbê şert û mercên girtîgehê girantir bûne. Yaman, anî ziman ku gardiyan tahdê li girtiyan dikin û got: "Herî dawî ji bo girtiyên siyasî 3 qawîş hebûn. Lê niha yek vala kirine. Di qawîşên 11 kesî de 22 kes dimînin. Jixwe ev jî nîşan dide bê ka di şertine çawa de dimînin. dewlet bi hemû hêza xwe bi ser me de tê. Zilm, mirin, şewitandina gundan hemû ji bo asîmlekirina gelê kurd e. Ên li ber vê zilmê radibin jî tên girtin. Li wir jî heman zilm dewam dike."    Yaman, xwest rojek berî rojekê birayê wî bê berdan.    MA / Mehmet Aslan