Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin 2020-10-22 15:08:49   AMED -  Mûstafa Aslan ê li navçeya Yenîşehîrê xwişka xwe Melek Aslan qetil kir, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Bavê Melek Aslan cezayê keça xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî girt.   Mûstafa Aslan ê li Kolana Hûnerê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê xwişka xwe Melek Aslan qetil kiribû, piştî li Miduriyeta Polîsan îfade da, di saetên şevê yên duh de sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê derbarê Aslan de biryara girtinê da û şend girtîgehê.    Li aliyê din, hat hîn bûn ku bavê Melek Aslan cenazeyê keça xwe piştî otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî teslîm girt.