Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin 2020-10-22 14:50:31     STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin a ji ber parvekirinên xwe  yên medya civakî tê darizandin, got: “Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin.”   Danişîna doza bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a bi hinceta parvekirinên medya civakî derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn de hatibû vekirin, li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaylayan a Stenbolê hat lidarxistin. Eren Keskîn û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de, ewil dozger axivî û xwest ev dosya bi dosyayekê din a li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek.    BIRYARA AYMÊ BI BÎR XIDT   Keskîn di parastina kir de, biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ya ji bo Sirri Sureyya Ondar û Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê dayî bibîr xist û wiha got: “Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara îhlalê da bû. Divê êdî dozên wiha neyin vekirin. Em ne mecbûrin ku mîna dewletê bifikirin.”   DOZ TALOQ BÛ   Şandeya dadgehê piştî parastin Keskîn biryara xwe aşkere kir. Dadgehê xwest ku daxwaza dozger ya ev dosya bi dosyayekê din a li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek bê nirxandin û danişîn taloqî 24’ê Kanûnê kir.