Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin 2020-10-22 14:20:35   ŞIRNEX – Li Silopiya danişîna 18 kesên bi boneya beşdarî daxuyaniya çalakiya greva birçîbûnê bûne tên darizandin hat taloqkirin.    Li navçeya Silopiya Şirnexê di 16’ê gulana 2019’an de bi hêceta li Silopiya beşdarî daxuyaniya greva birçîbûnê bûne û piştevanî dane çalakiya greva birçîbûnê, derbarê 18 kesan de bi hêceta “Muxalefetiya qanûna xwepêşandan, civîn û meşan kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 3’yemîn a Silopiya hat lidarxistin.    Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç, Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiya yê HDP’yî Nedîm Oruç û rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Silopiya Asya Akin jî di nav de bi giştî doz li 18 kesan hatiye vekirin. Siyasetmedar û welatî û parêzerên beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Yên tên darizandin sûcdariya li ser xwe red kirin û beraeta xwe xwestin.   Piştî parastinan, şandeya dadgehê ji bo temamkirina kêmasiyên dosyeyê danişînê taloqî 17’ê mijdarê kir.