Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest 2020-10-22 14:11:49   AMED - Dayika Hatîce Gunduz a PKK’yî ku di sala 1996’an de li Dersîmê jiyana xwe ji dest daye, Mewlude Gunduz ji rayedarên dewletê xwest ku ji bo testa DNA’yê xwîn ji wan were girtin, gora keça wê were vekirin û cenazeyê wê teslîmî wan bê kirin.   Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata Hatîce Gunduz a PKK'yî beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘DIXWAZIN ÊŞA DAYIKAN BI DAWÎ BIBE’   Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî. Karadag, bi bîr xist ku ji Şêx Seîd heta niha bi salan e sedan gorên gelê kurd winda ne, cenaze nedane malbatan û wiha got: “Him îşkence li ser cenazeyan dibe hem jî gorên wan xerab dibin. Naxwazin goreke malbatan çêbibe ku biçin ser fatihayekê bixwînin. Em dixwazin êşa dayika rojek berî rojekê bi dawî bibe û bigihijin hestiyên zarokên xwe. ”   ‘GEREKE EM LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Dûre dayika Hatîce Gunduz a PKK’yî ku di sala 1996’an de li navçeya Qislê ya Dersîmê jiyana xwe ji dest daye û gora wê li wê derê hatiye definkirin, Mewlude Gunduz axivî. Gunduz, diyar kir ku keça wê bi 10 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Şaredariyê wan li wir defin kiriye. Hemû keçên min in. Parçeyek jî be ez dixwazim goreke keça xwe çêbikim. Ev mafê me ye. Gereke em li zarokên xwe xwedî derkevin. 10 gor li ba hev in lê ji min zêdetir malbatên wan nediyar in. Ez dixwazim malbatên wan jî werin li keçên xwe xwedî derkevin. Çavên wan li riya me ye.”   Gunduz, ji rayedarên dewletê xwest ku ji bo testa DNA’yê xwîn ji wan were girtin, gor werin vekirin û hestiyên zarokên wan bidin ku goreke wan hebe.