‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’ 2020-10-22 14:07:56   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bertek nîşanî zemkirina avê ya li Amedê da, xwest biryar paşve were girtin û got: “Ev zilma qeyûm e.”    Li Amedê Miduriyeta Kerên Giştî ya Avê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de di nava salê de ev bû cara duyem e avê zem dike. Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkidlarî zemkirina avê li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî zemê da. Gelek xebatkarên tenduristiyê yên endamên Platformê ne beşdarî civînê bûn û Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Mustafa Mesût Kaya daxuyanî xwend.    Kaya diyar kir ku DÎSKÎ’yê ji meha çile ve heta îro ev bû cara duyem e ava bajêr zem dike û di serdemek ku feqîrî, bêkarî û ku her tişt biha bûye de piştî ceryan û gaza xwezayî, avê jî zem kirin. Kaya xwest ku qeyûm û rêveberiya DÎSKÎ’yê zemê paş ve vekişîne û got: “Ev zilma qeyûm e.”