Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin 2020-10-22 13:24:59   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku di 9 mehên sala 2020’an de 29 rojnamevan hatine girtin, 65 rojnamevan hatine binçavkirin û 20 rojnamevan jî bi êrişan re rûbirû mane.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Lêpirsîna Mafê Mirovan a Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû “Rapora Binpêkirina Azadiya Ramanê û Îfadeyê ya Çile-Îlon 2020’an” eşkere kir. Di raporê de hat gotin di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2020’an a Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas de Tirkiye di nava 180 welatên cîhanê de bi puana 50,02 Tirkiye di rêza 154’emîn de cih digire.    Di raporê de hat diyarkirin ku tenê di mehên adar û nîsanê de 402 kes hatine binçavkirin û li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) 74, li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanên Hemdem 124, li gorî daneyên Platforma Rojnamevaniyê ya Serbixwe de 89 rojnamevan hêj di girtîgehê de ne. Di raporê de hat destnîşankirin ku di 9 mehên sala 2020’an de 29 rojnamevan hatine girtin, 65 rojnamevan hatine binçavkirin û 20 rojnamevan jî bi êrişan re rûbirû mane.