Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn! 2020-10-22 11:51:45   STENBOL - Di doza derbarê serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat dîtin de, şandeya dadgehê, diyar kir ku materyal dîjîtal ên di dema serdegirtinê de, polîsan dest danîn ser wan, winda bûne û biryar da ku materyalên dijital ji bo xwediyên wan nayin dayîn.   Danişîna 7’emîn a doza derbarê 22 rojnamegerên di dema polîsan di 16’ê Tebaxa 2016’an de bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin de binçav kiribûn, li 5’emîn Dadgeha Eslî ya Çaglayan a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamegerên ne girtî tên darizandin, beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan di danişînê de amade bûn.   Parêzeran di danişînê de parastin kirin, xwestin materyalên dijital ên muwekîlên wan bên dayîn û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.    Dozger  jî mafê axaftinê girt û xwest mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê, piştî naberê, diyar kir ku materyal dîjîtal ên didema serdegirtinê de, polîsan dest danîn ser wan winda bûne û biryar da ku materyalên dijital ji bo xwediyên wan nayin dayîn. Dadgehê dûre biryar da ku mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û danişîn taloqî 16’ê Sibata 2021’an kir.