Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin 2020-10-21 13:49:19 MÊRDÎN – Cenazeyên yek ji penaberên ku xwestibûn ji Hesekê derbasî Qoserê bibin û ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn girtin û bi ser mayînan de hatibûn şandin û di encama teqînê de jiyana xwe dest dabûn, li ‘goristana bêkesan’ hat weşartin. Di 5’ê cotmehê de 4 penaber xwestibûn ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî navçeya Qoserê ya Mêrdînê bibin. Ev koma penaberan ji aliyê cendirmeyan ve hatibû girtin û bi ser deverên bimayîn ên li ser sînor de hatibûn şandin. Di encama teqîna mayînan de her çar penaberan jî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê yek ji van penaran bi hinceta ku ji bo wî serlêdana nehatiye kirin, li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin.    3 CENAZE LI MORGÊ TÊN RAWESTANDIN    Cenazeyê her sê penaberên din li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê de tên ragirtin. Piştî prosedurên fermî dê malbatên wan cenazeyê wan bigirin û bibin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.