Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû 2020-10-21 13:17:00   BEDLÎS – Li Bedlîsê, bi pîleya 3.5 erdhej çêbû.    Çavdêrxaneya Kandîllîyê, ragihand ku li navçeya Adilcewazê ya Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbûye. Li gorî çavdêrxaneyê erdhej 3.7 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.    AFAD’ê jî ragihand ku navenda erdhejê navçeya Tûşba ya Wanê bûye û bi heman pîleyî pêk hatiye.