Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê 2020-10-21 11:37:25   ENQERE – Hat angaştkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê gefa kuştinê li girtî Kerem Ayaz hat xwarin.    Zext û pêkutiyên li girtîgehan ên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hat angaştkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê gefa kuştinê li girtî Kerem Ayaz hat xwarin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, vê angaştê bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne derbarê mijarê de çend pirs kirin.    Çend pirsên Îmîr ên derbarê mijarê de wiha ne:   “* Wezareta wê derbarê binpêkirinên mafên ên li li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê de lêkolînan bike?    * Wezareta we ji îşkenceya ku li Kerem Ayaz û hevalên wî hatiye kirin neberpirsyar e?   * Hûn plan dikin ku derbarê rêveberî û personelê li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê de lêpirsîn bidine destpêkirin?