TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe 2020-10-21 10:48:45   IDLIB – TSK ji noqteya çavdêriya li Morteka Idlibê ku di kontrola Rûsyayê de ye vekişiya. Tê gotin dê TSK ji 6 noqteyên din jîvekişe.    Li Idlibê ya ji bo hêzên rejîma Sûriyê ku Rûsya destekê dide û grûpên selefî yên Tirkiye destekê dide wan bûye cihê krîzek mezin. Idlib dîsa ji nûve bi tevger bû. Her du hêz jî sewqiyatên leşkerî derdora bajêr û çoltera wê dikin. 12 noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê hene. Tirkiye ji noqteya 9’emîn a li qesabeya Morekê vekişand. Tirkiye ji herêma bi bin kontrola Rûsya de derket. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku vekişiyan çûn herêma Zaviye. Tê diyarkirin ku Tirkiye wê ji 6 noqteyên çavdêriyê yên din ên li çoltera Idlibê û Hamayê vekişe.