Ew şewat qet netefiya 2020-10-21 10:28:15 AMED – Beriya Licê were şewitandin, generale bi navê Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Piştî kuştinê li Licê komkujî pêk hatibû. Bi ser Komkujiya Licê re 27 sal derbas bûn. Ji şahidê komkujiyê mamosteyek dibêje “Min di jiyana xwe de hovîtiyek wiha nedîtiye. Ew şewat hêj di dilê min de ye.”    Rûpelên salnameye 22’ê cotmeha 1993’yan dida nîşandan. Serê sibehek înê bû. Ji nişke ve dengê sîlehan li navçeya Licê ya Amedê bilind bû. Şêniyên navçeyê ewqas hînî dengê çekan bûbûn, kes paxava xwe pê nekir. Her ku çû dengên sîlehan zêdetir bû. Vê carê helikopter li esmanên navçeyê difiriyan. Di kêliyên pêş de lûleyên topan dabûn ser gundê Dêrxûstê yê dikeve başûrê Licê û hatibû topbarankirin. Piştî demekê hatibû ragihandin ku Fermendarê Cendirmeyan ê Licê Bahtiyar Aydin bi sûkastekê hatiye kuştin.    4 JÊ ZAROK 15 SIVÎL HATIN QETILKIRIN    Piştî kuştina Aydin, dûmana reş ji navçeyê dikişiya û li esmanên Licê belav dibû. Li Licê bûyeran sê rojan berdewam kir. Di bûyeran de Sûna Canturk a yek salî, Dilbirîn Canturk a 3 salî, Huseyîn Canturk ê 11 salî, Emîne Kiraç a 8 salî û eskerek di nav de bi giştî 16 însanan jiyana xwe ji dest da. 401 mal û 242 kargeh hatibûn şewitandin.    Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel derbarê kuştina Bahtiyar Aydin de gotibû “Me bi guleyek qezayê fermandar winda kir.” Serokwezîra wê demê Tansû Çîler û Denîz Baykal xwestin biçin navçeyê lê polîs û leşkeran nehiştibû bikevin navçeyê. Dewletê digot Bahtiyar Aydin ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin, lê piştî bûyerên li navçeyê PKK’ê daxuyanî dabû û ragihandibû ku tu eleqeya wê bi kuştinê re nîne.    Di heman salê de kesek di nava rêxistina paramîlîter a bi navê “Çeteya Geverê” de cih digirt di îfadeyên xwe de gotibû “Aydin ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hatiye kuştin.” Tevî van beyanan jî Serfermandariya Cendirmeyan îdiayan red kir û PKK’ê bi sûîkasta Aydin sûcdar kir.    Tevî bi dehan şahidên bûyerê jî Komkujiya Licê nehat lêpirsînkirin. Di sala 1996’an de Mehmet Emîn Ozkan ê ji Licê bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û têkiliya wî bi bûyera Licê ve hat girêdan û leşkeran wî kir kiryarê komkujiyê.   ROJA KOMKUJIYÊ LI MÊRSÎNÊ BÛYE    Beriya Komkujiya Licê di sala 1992’an de Mehmet Emîn Ozkan û malbata xwe ji ber gundê wan Sîsê hatibû şewitandin ewilî koçî Edeneyê û ji wir jî koçî Mêrsînê kiribû. Bi darê zorê kirin ku du kes li ser Ozdan îfade bidin. Tevî ku ew îfade paş de hatin kişandin jî bi îdiaya kuştina fermandar Bahtiyar Aydin cezayê heta muebetê yê girankirî lê hat birîn. Ozkan li gel temenê xwe yê extiyar û gelek nexweşînên xwe jî girtî ne. Her çiqas li ser îfadeyên îtîrafkaran derket holê ku Ozdan ne sûcdar e jî lê dîsa nayê berdan. Roja ku komkujî pêk tê jî Ozkan li Mêrsînê bûye.    ‘ESKERÊN DERKETIN OPRESYONÊ NAVÇEYÊ ŞEWITANDIN’    Derbarê bûyerên Licê de di sala 2013’an de doz hat vekirin û du bersûcên ne girtî jê hatin darizandin. Şahidên di danişînên dozê de hatin guhdarkirin û gelek rayedarên fermî yê wê demê li navçeyê wezîfedar bûn digotin roja 22’ê Cotmeha 1993’yan li Licê tu şer tune bû û rûxandina li navçeyê pêk hat ji aliyê “eskerên derketin operasyonê ve” pêk hatiye. Doza li Amedê dihat lidarxistin bi hêceta “ewlehiyê” ewilî sewqî Eskîşehîrê û pişt re jî sewqî Îzmîrê hatibû kirin.    Ji bersûcan Tunay Yanardag krîza dil derbas kir û bersûc tenê Eşref  Hatîpoglû ma. Dadgeha Îzmîrê ya ku li dozê dinêre di danişîna kanûna 2018’an de derbarê vî tekane bersûcî de jî biryara beraetê da.    ÇELEBÎ: KIRYARÊN ESASÎ TÊN PARASTIN    Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî diyar kir ku derbarê bûyera Licê de lêpirsînek çalak nehatiye kirin û tiştên qewimîn bi wêrekî nehatiye nîqaşkirin. Çelebî anî ziman ku dewlet dixwaze ser bûyera 16 kesan têde jiyana xwe ji dest bigire û ji bilî Ozkan tu kiryarek nehat dîtin û kiryarên esasî tên parastin. Çelebî da zanîn ku li gel tu sûcdariya miwekîlê wî Mehmet Emîn Ozkan nîne jî lê mehkeme ditirse û wî bernade.    Kurê Mehmet Emîn Ozkan, Mahmût Ozkan jî destnîşan kir ku bavê wî 24 sal in bi neheqî tê girtin û got: “Li sûcdarek digeriyan kesî nedîtin, bavê min bijartin.”    ‘EW ŞEWAT HÊJ DI DILÊ MIN DE YE’    Gelek şahid hene ku dizanin li Licê şewatê çawa dest pê kiriye. Yek jivan jî Mahmût Cantekîn ê wê demê li Licê mamoste bû. Şahidê bûyerê Cantekîn wiha dibêje “Ew şewat hêj di dilê min de ye. Bi çar hawîrdor şewat hebû û gule dibariyan. Ez çend caran bi mirinê rûbirû mam. Min di jiyana xwe de hovîtiyek wiha nedîtiye. Rayedarên dewletê li şûna parastina mal û milkê bikirina, lê agir berî malê xelkê didan.”    ‘HÊJ LI BER ÇAVÊ MIN E’    Yek ji şahidên bûyerê Şiyar Kaymaz e ku wê demê 13 salî bûye. Kaymaz diyar kir ku tiştên qewimîn hêj li ber çavên wî ne û got: “Min qet ji bîr nekiriye. Qîrîn û hawar hebû. Em di kêliya bûyerê de li dibistanê bûn. Mamosteyê me wê rojê me baş parast. Dibistan û derdora wê dihat bombebarankirin. Mamosteyan me daxistibû jêrzemînê. Eskeran xelkê navçeyê kom kiribû û wê derê kiribûn mîna Kampa Naziyan. Tekane xelasiya ji travmaya wê komkujiyê ew e ku kiryar werin cezakirin. Lê em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman