Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin 2020-10-21 10:17:44   ENQERE – HDP û CHP’ê şerh danîn ser pêşniyara qanûna torbe ku avakirina Ajansa Hawirdorê dihewîne nava xwe. Her du partiyan jî diyar kir ku bi sererastkirinê wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarê ya Gel (CHP) şerha muxalefetê danîn ser pêşniyara qanûna torbe ku ji 9 xalan pêk tê û avakirina Ajansa Hawirdorê dihewîne nava xwe. Hem HDP hem jî CHP’ê di gelek mijaran de rexneyan li avakirina Ajansa Hawirdorê kirin û destnîşan kirin ku armanca ajansê ne parastina hawirdorê wê pêvajoya Nirxandina Bandora Ser Hawirdorê (ÇED) bê bêvenêrînkirin.   Di qanûna torbe de ji bilî avakirina Ajansa Hawirdorê, guhertinên mîna ji bo ku rêyên bisiqlêt ji bo scooterên bi ceyranê dixebitin jî bên bikaranîn, bikaranîna temenê bisiqletê bibe 11 sal û bikaranîna temenê scooterên bi ceyranê dixebitin bibe 15 sal jî hene.    MA / Dîren Yûrtsever