Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan 2020-10-21 09:21:47   XARPÊT - Hevserokê DBP'yê yê Pêrtagê yê berê Erdal Kotan ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye, anî ziman ku li girtîgehê bi hinceta şewbê pirtûkan nadin wan û got, tên tecrîdkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Pêrtagê yê berê Erdal Kotan, di 25'ê Çileya 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û 8 sal û 10 meh ceza lê hatibû birîn. Kotan, niha di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1'ê de ye. Kotan, nameyek şandiye û di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Kotana, di nameya xwe de aniye ziman ku bendên piştî hewildana darbeya eskerî ya 2016'an niha bi hinceta şewba Covîd-19'ê dîsa didomin. Kotan bal kişandiye ser qedexekirina hevdîtinê ku ji Adarê dest pê kiribû û heya Hezîranê dewam kiribû û gotiye: "Tenê mehê em dikarin bi du kesan re hevdîtina vekirî bikin. Meha Adarê 15 pirtûk dan me û gotin, mehek şûnde wê bên guherandin. Ji wê rojê hea niha, hema bibêje 7 meh çêbû lê hîn pirtûk nedane me. Her wiha dawiyê gotin wê du mehan carekê pirtûkekê bidin. Her wiha gotin di sersalê, rojbûn û cejnên dînî de jî tenê pirtûkeke diyariyê hûn akribin bigirin. Ev jî tê wateya ku salê em ê tenê 10 pirtûkan bixwînin. Ji bo vê jî divê ew rojên me behs kir bên. Ji lewra gelek pirtûkên hevalan di depoyan de ne û ew jî hatine xwendin. Bi mehan pirtûkên bi kargoyan hatine bêyî ku ji me re bibêin cardin şandine. Hîn jî dişînin."    ‘TEVDÎR NEDAYINA PIRTÛKAN E'    Kotan, di nameya xwe de diyar kiriye ku ji bo vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê dane û got: "Bersiva ku Wezareta Dadê daye, bersiveke ecêb e: 'Em li gor tewsiyeyên Desteya Zanistê tevdigerin.' Lê belê heya niha tiştekî werê ji me re negotine û ne jî me zabitnameyek dîtiye. Desteya Zanistê, di dema pandemiyê de ji mirovan xwestiye ku heya şewb biqede li malê pirtûkan bixwînin, lê ji bo girtiyan tê qedexekirin. Her wiha di warê paqijiyê de jî pirsgirêk hene. Em amûrên paqijiyê bi pereyên xwe dikirin. Pirî caran ava germ nayê. Em nikarin baş vexwin û bxiwin. Nexweşîna madeyê li min û gelek hevaln peyda bûye. Çûyîna nexweşxaneyê jî zehmet bûye. Ji lewra gava tu ji nexweşxaneyê vedigerî divê tu 14 rojan di karantînayê d ebimînî. Lê pirî caran jî ji ber ku odeyên yekkeî tijene, mecbûr tu tevî du-sê kesan di odeyekê di karantînayê de dimînî. Di van şertan de jî tu tevdîr nayên girtin. Kesên di karantînayê de ne nameyên tên digirin, dikarin nameyan bişînin û daxwaznameyan binivîsînin. Ji ber vê tu nikarî navbereke fizîkî deynî navbera xwe û eprsonelan. Ji lewra personel pir kêm maske û lepikan bi kar naynin. Em û kesên di karantînayê d eheman telefonê bi kar tînin, bi heman pênûsan îmzeyê datînin bin forman. Lê tenê tevdîrek heye, ew jî nedayîna pirtûkan. Ev jî tê wateya ku em bi temamî tên tecrîdkirin."