9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e 2020-10-21 09:20:32 WAN - Li Wanê nêzî 170 malbatên ku piştî erdheja Wanê di konteyneran de dimînin gotin: "Ji bo me her roj erdhej e."  Li Wanê di 23'yê Cotmeha 2011'an de erdhejeke mezin pêk hatibû. Li gor hejmarên fermî di erdhejê de 604 kes miribûn û 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha bi sedan mirov jî mecbûr mabûn koçî bajarine din bikin. Hin welatiyên ku ji ber xaniyên wan hilweşiyabûn û mecbûr mabn di knan de bimînin jî, ji ber ku konên wan şewitîbûn 12 kes jî ji wan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê hîn jî nêzî 170 malbat ji wê çaxê ve di kontteyneran de dimînin. Malbatên di konteyneran de dimînin behsa şert û mercên ku tê de ne kirin.    BI NANÊ TISÎ ZIKÊ XWE TÊR DIKIN    Emîn Tûran ku 9 sal in tevî 10 zarokên xwe di konteynerê de dimîne, diyar kir ku her roj diçe kuçeya karkeran a li navçeya Rêya Armûşê û got, gava kar bi dest bikeve rojê bi 60 lîreyî dixebite. Tûran, diyar kir ku mehê herî zêde 10 rojan dixebite û got: "Li vê derê perîşan bûne. Metbexa me tuneye ku tê de zexîre hebe. Bi dehan caran çûm şaredariyê, lê alîkarî nekirin. Çûm Saziya Alîkariyê ya Civakiyî, ji dêvla alîkariyê pere dan min. Lê ew jî betal kirin. Li gor wan ez dewlemend im. Şertê em tê d ene yê mirovan e. Zarokên min ji şeveqê heya êvarê bi nanê tijî zikê xwe têr dikin."    Gul Kaval jî tevî 6 zarokên xwe di konteynerê de dimîne. Kaval, diyar kir ku hevjîn wê di şaredariyê de dixebitî, lê belê  sal berê hatiye îxrackirin. Kaval, diyar kir ku hevjînê wê doz vekiriye û bi ser ketiye lê belê cardin nikaribûye biçe karê xwe û got, niha tu dahateke wan tuneye. Kaval got: "Naxwazim di vê konteynerê de bimînim, lê em mecbûr in. Gava baran dibare, xaliyên me giş ji ber rutûbetê şil dibin. Zivistanê vir pir zehmet e. Bi navê goşt tiştek nakeve dolaba me. Eynî wekî yên di fîlman de, em di caman de goş dibnin. Zarokên min xwarina bigoşt dixwazin lê nikarim çêbikim. Ev ji bo dayikekê tiştekî pir zehmet e. Niha 5 hezar deynê marketê li me ye."    NAXWAZIN DI KONTEYNERAN DE BIMÎNIN    Ayten Baycan jî tevî zarokekî xwe yê astengdar 9 sal in di konteynerê de dimîne û got, 5 kulfet in lê belê tenê bi meaşê kurê xwe yê astengdar debara xwe dikin. Baycan got: "Êdî em naxwazin di konteyneran de bimînin."    HER ROJ ERDHEJ E!    Selîm Çetîn j,î anî ziman ku ji bo debara malbata xwe bike cixareyên bêbandrol difirot, lê belê ji ber wan hatiye girtin û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatiye berdan. Çetîn, diyar kir ku niha ji dêvla cezayê xwe li deverên cemaweriyê dixebite û got, mehek berê ceryana wan hatiye birîn û bi hinceta ku ceryana qaçax bi kar aniye 22 hezar TL ceza lê hatiye birîn. Çetîn got: "Ji ber ku tu dahateke me tuneye em tenê li benda alîkariyê ne. 6 meh in betal im, her roj ji bo min erdhej e. 10 sal in min ji bo zarokên xwe kincek jî nekiriye. Hin firin nanêt ijî didin me, em bi wî nanî zikê xwe têr dikin. Em nanê sar bi avê nerm dikin, dixin nav şorbê û mast. Qîmeta me ne bi qasî ya heywanên li kuçeyan e jî. Tu alîkariya dewletê negihaştiye min."    MA / Dîndar Karataş