Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan 2020-10-20 11:15:42   STENBOL – Parêzer bi boneya bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Parêzer Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç bi boneya sibê bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di sala 2019’an de di meha gulan, hezîran û tebaxê de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Mehkemeya Bûrsayê herî dawî di îlona îsal de bi hêceta “Nexşerê” ya Ocalan bo dema 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.