'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike' 2020-10-20 09:06:52 STENBOL – Endama Komîsyona Koçber û Penaberan a HDK'ê Muge Yamanyilmaz, diyar kir ku wê bi Peymana Koçberî û Îlticayê ku YE'yê daxuyandibû wê di 1'ê Çileya 2021'ê de têkeve meriyetê, wê gotina "îltica maf e" ya di Peymana Cenewreyê de bê betalkirin û got, hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike.  Ji ber şerê Sûriyeyê yê navxweyî 9 sal in bi milyonan sûriyeyî mecbûr man berê xwe bidin Tirkiyeyê û welatên din. Ji van penaberan gelek jê di şert û mercine xirab de dijîn û bi erzanî tên şixulandin. Her wiha li gorî daneyên Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê jî tenê 34 destûra 34 hezar û 573 penaberan heye ku bişixulun. Ligel vê gelek penaber ji fona ku Yekîtiya Ewropayê (YE) dişîne jî sûdê nagirin. Ji ber vê piraniya wan di karine zehmet bi erzanî dixeitin û tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin.    Endama Komîsyona Koçber û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Muge Yamanyilmaz, polîtîkaya Tirkiyeyê der barê penaberan de nirxand.    ‘BAZIRGANIYA MIROVAN HAT REWAKIRIN'   Yamanyilmaz, diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 5 milyonan penaber hene, lê belê hîn jî polîtîkayeke penaberan tuneye û got, di vê pêvajoyê dde zêdetirî 10 hezar penaber gava xwestine biçin Ewropayê, di heran de jiyana xwe ji dest dane. Yamanyilmaz, bal kişand ser Peymana Paşveqebûlkirinê ya di navbera YE û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û got: "A rast Peymana Paşveqebûlkirinê di navebra dewletan de bazirganiya mirovan rwa kiriye. Em hinekî din jî paş ve biçin; Peymana Cenewreyê statuya penaberiyê dide kesên ji rojavayê Tirkiyeyê tên, lê statuyê nade yên ji rojhilat tên. Li gor vê, li gor mafan Tirkiyeyê tenê 50 penaberî dihewîne. Ev peyman piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, li gor pêdiviyên mirovan hatiye amadekirin. Yanî pêdivî bi peymaneke din heye."    ‘NAYÊ ZANÎN JI BO ÇI XERCKIRINE'   Yamanyilmaz, destnîşan kir ku Tirkiye penaberan li dijî YE'yê wekî unsûreke gefxwarinê bi kar tîne û got: "Ji bo ji ber kirin û komkujiyên wê yên li Sûriyeyê, li Dilîbê tiştek neyê kirin van mirovan wekî unsûreke gefxwarinê bi kar tîne."    Yamanyilmaz, Tirkiye, polîtîkayên xwe yên ku teahud kiriye pêk nayne, tenê penaberan îdare dike û got, pereyên ku ji bo penaberan ji Ewropayê hatine stendin, nayê zanîn çawa hatine xerckirin.    ‘PEYMANA ŞERMÊ'    YE'yê çend hefte berê Peymana Koçberî û Îltîcayê daxuyandibû û ragihandibû ku wê di 1'ê Çileya 2021'ê de têkeve meriyetê.    Yamanyilmaz, bal kişand ser vê peymanê jî û got, wê bi vê peymanê re gotina "îltîca maf e" ya di Peymana Cenewreyê de bê betalkirin.   Yamanyilmaz got: "Gava penaberan hilbijêrin dibe ku cihêkariyê bikin. Em nizanin wê çawa hilbijêrin; li gor rengê çermên wan, li gor asta wan a perwerdehiyê... Ev tişt bi her awayî di înîsyatîfa dewletan de ye. Tirkiye jî alîgireke vê 'peymana şermê ye.' Alîgireke wê ya dahatê ye."    NÎJADPERESTΠ   Yamanyilmaz, destnîşan kir ku Tirkiye di warê nîjadperestiyê de hoste ye û got: "Nexasim gava em ji kirinên wê yên ji sala 2015'an ve dinêrin, em dibînin ku berberîbûnek heye. Ez behsa berberîbûna iyasî nakim, ez behsa berberîbûn hestiyarî dikim. Em vê berberîbûna hestiyarî jî li hemû deverên jiyana xwe dibînin. Li taxekê hûn diçin cem emlakçiyekî û hûn dixwazin xaniyekî kirê bikin. Dibêje 'li wir sûriyeyî hene.' Carinan pêdiviya me bi kar keran çêdibe, sirf ji ber 'sûriyeyî bi erzanî dixebitin' wan dide şixulandin. Em behsa nîjadperestiyeke ku empozeyî tevahiya civakê bûye dikin. Jixwe hîmên Komara Tirkiyeyê bi hin peymanên nîjadiyî hatiye avêtin. Yanî em ji ber vê şaş namînin. Lê belê em dikarin bibêjin ku niha nîjaperestî pir zêde bûye."    ‘JI 10 KESAN 6 JÊ SÛRIYEYIYAN NAXWAZE'    Yamanyilmaz, anî ziman ku di anketên dawî de diyar bûye ku ji 10 kesan 6 jê dixwazin sûriyeyî vegerin welatê xwe.    Yamanyilmaz, destnîşan kir ku demildest divê perwerdehiya dijî nîjadperestiyê bê dayîn û got: "Lê belê hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike."   POLÎTÎKAYA HDK'Ê YA KOÇBERÎ Û PENABERAN    Yamanyilmaz, bal kişand sr polîtîkayên HDK'ê yên der barê koçberî û penaberan û got: "Em dibêjin, divê veger li tu penaberan neyê ferzkirin. Heger hatibe vê derê ser seran ser çavan hatiye. Heger dilê wan û çûyînê hatibe oxira wan a xêrê be. Em dibêjin, îltica mafek e, divê mafe jiyana birûmet a her kesî bê naskirin û em bi vê rê û rêgezê têdikoşin. Serdest sînoran vedikin û digirin. Em di civakeke ku tê raçavkirin de dijîn. Bi droneyan penaberan tespît dikin û wan noqî bin avê diki. Yanî kapasîteyeke kuştinê ya bi vî rengî ay sînoran heye. Lewma em dibêjin sînoran vekin."    Yamanyilmaz, detnîşan kir ku demildest divê polîtîkayên dagirker ênli Rojhilata Navîn bên sekinandin û got, divê mafê penaberan ji bo hilbijartinan neyên bikaranîn. Yamanyilmaz got: "Em êrîlên Partiya ÎYÎ'yê, Umît Ozdag û AKP'iyan dibînin. Herî dawî Kiliçdaroglû li Dîlokê soz da ku wê sûriyeyiyan bişînin. Ev dijî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî daxilî nav wan e. Kî neheqiyê li penaberan bike û tiştekî bêqanûnî bike em li ber wan rabin."    MA / Tolga Guney