Parêzerên Şeker serî li îstînafê dan 2020-10-19 12:31:07   ENQERE – Parêzerên Kadîr Şeker,li dijî biryara cezayê 12 sal û 6 meh û berdewama girtina Şeker, serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Konyayê dan û biryarê îttîraz kirin.    Di 5’ê sibatê de li navçeya Selçûklû ya Konyayê, Kadîr Şeker dema ku xwestibû Ozgur Dûran ê tundiyê li Ayşe D. kiribû, asteng bike, bi kêrê bûbû sedema mirina wî. Ji ber vê yekê beriya çend rojan 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şeker hat birîn û biryar berdewam girtina wî hat dayîn. Parêzerên Kadîr Şeker,li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Konyayê dan û biryarê îttîraz kirin.