Parêzerên Îpek Er: Ji bo Musa Orhan bê girtin heta dawî emê dozê bişopînin 2020-10-18 16:27:27   ÊLIH - Parêzerên malbata Îpek Er têkildarî darizandina Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema kuştiwa nê, daxuyanî dan. Parêzeran anîn ziman ku der barê malbata Îpek Er de cemawerî şaş tê agahdirkirin û malata Er tê hedefgirtin. Parêzeran, anîn ziman ku aygitên deletê hewl didin ku bersûc Musa Orhan biparêzin û ji bo bersûc bê darizandin û cezakirin dê zorê li mekanîzmayê darazê bikin.    Danişîna doza Bersûc û tecawizkar Çawîşê Pispor Musa Orhan ku bû sedema kuştina Îpek Er duh li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat dîtin. Parêzeran bi hinceta der barê doz û dosyayê de cemawerî û raya giştî şaş tê agahdarkirin û têkildarî pêvajoya darizandinê daxuyanî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de anîn ziman ku aygitên dewletê li gel delîlên heyî hewl didin ku cemawerî û raya giştî yaş agahdar bikin û ji bo bersûc bê darizandin û cezakirin dê zorê li saziyên darazê bikin. Parêzeran anîn ziman ku Îpek Er 3 roj beriya întîharê name li pey xwe hiştiye. Îpek Er, bi Musa Orhan re ketiye têkiliya hestiyarî. Bi vê yekê Musa Orhan êrîşa zeyendî kiriye. Ji ber Musa Orhan tecawiz kir Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Îpek, li ser israra bersûc Musa Orhan di şeva 24.06.2020'an de ji malê derketiye û li Mala Mamosteyan a Misircê bi şev maye. Beriya wê di 25'ê Hezîrana 2020'an de ji ber Musa Orhan peyvirdar bû li Otela Mezin ‘Buyuk Otel' a Sêrtê şevekê maye. Îpek name li pey xwe hişt. Got 'Bi zorê tecawizî min kir. Min got ez araqê venaxim. Lê bi israr da min. Gef li min xwarin. Got 'tu bêje ezê te bikujim' Ji tirsa ez bêm kuştin min negot. Musa Orhan tecawizî min kir. Parê min girt û ez li pey xwe kaş kirim. Got 'kes ji te bewar nake'"      Parêzeran anîn ziman ku di raporên Saziya Tipa Edlî de jî tê diyarkirin ku Îpek Er hatiye tecawizkirin. Dîsa di rapora lêkolîna Labaratuvara Krîminal a Polîsan a Amedê ku di 22'ê Îlona 2020'an de li dosyayê zêde kirin de jî tê gotin ku li doşek, batanî û çarçefa bersûc Musa Orhan şopa xwîna Îpek Er heye. Dîsa spermê aydî Musa Orhan heye.    Parêzeran da zanîn ku li gel delîlê heyî heyeta dadgehê der barê Orhan de biryara girtinê nedaye û li gel delîlen xurt daxwaza girtina Musa Orhan red kiriye. Parêzaran anîn ziman ku Musa Orhan ji aliyê dewletê ve tê parastin û xwestin bersûc Musa Orhan bê girtin û cezakirin. Parêzeran da zanîn ku ji bo daraz Musa Orhan bigire dê zorê li mekanîzmaya darazê bikin. Parêzeran anîn ziman ku dê malbatê bi tenê nehêlin û heta dawî dozê bişopînin.