Kalê 76 salî girtin 2020-10-18 12:30:18 COLEMÊRG - Kalê 76 salî Îsmaîl Onal ê li Colemêrgê hatibû binçavkirin, ligel nexweşiyên wî yên heyî jî kirin girtîgehê. Jina 55 salî Fatma Sevmîş a ku piştî biryara girtinê ji ser hişê xwe çû, hîna jî li nexweşxaneyê tê girtin.    Li gundê Gûzereş a girêdayî navçeya Çelê û navenda Colemêrgê, di serdegirtina malan a 14’ê Cotmehê de, 18 kes hatibûn binçavkirin. 16 kes duh sewqî dadgehê hat kirin û serbest hatibûn berdan. Derbarê Îsmaîl Onal ê 76 salî û Fatma Sevmîş a 55 salî de jî, bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” biryara girtinê hatibû dayîn. Sevmîş a piştî biryar girtinê ji ser hişê xwe çû, hîna jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr tê girtin. Onal 76 jî sewqî Wanê hat kirin.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Neviyê Onal ê hat girtin Şahîn Onal, bal kişand ser nexweşiyên bapîrê xwe û wiha got: “Nexweşiyên tansiyonê û şeker bi bapîrê min re hene. Di sala 2018’an de ji ber fitiqê emeliyat bibû. Dîsa her tim nefesa wî teng dibe. Bapîrê min di çarçoveya şahidê nepen de, bi awayekê bêhiqûq girtin. Bapîrê  min nikare bi van nexweşiyên xwe û temenê xwe yê extiyar di girtîgehê de bimîne. Nikare şert û mercên girtîgehê rake. Ger tişte bi serê wî were, berpirsiyarê wî dewlete.”    Xizmekê Sevmîş a hîna jî li nexweşxaneyê tê girtin jî, da zanîn ku ew bi derew û bêbextiyan girtin.