Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn? 2020-10-18 09:00:52   MÊRDÎN – Piştî qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin, li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê operasyonên nelirêtiyê hatibûn kirin. Lê operasyonên dihatin kirin hatine rawestandin. Hin kesên di van operasyonan de ji ber nelirêtiyê hatibûn girtin sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtibûn û bi pereyan hatibûn berdan û hêjayî gotinê ye piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat bajêr operasyonên nelirêtiyê sekinîn.    Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan bûbû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, lê di 20'ê Hezîrana 2020'an de bi biryarnameya serkomartiyê tayinî navendê hatibû kirin. Li şûna wî Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş bûbû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Piştî Demîrtaş tayinî şaredariyê hat kirin, mufetîşên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî hatibûn şaredariyê û dest bi vekolanê kiribûn. Di vekolana mufetîşan de gelek nelirêtî derketibûn holê û 14 serokên daîreyan û rayedarên payebilind ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatibûn girtin û li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê wan hatibû kirin.    BIRYARA VEŞARΠ   Piştî gilîkirinê operasyona ewil hatibû kirin û di çarçoveya operasyonê de 11 kes ji ber nelirêtiyê hatibûn binçavkirin. 3 jê rêvebirên fîrmaya ku şaredarî pê re xwebitiye 8 kes hatin girtin. Yek ji van kesan xwarizyê Mûstafa Yaman midûrê Şîrketa Kentê Yûnûs Emre Akça, hemşeriyê Yaman polîs Ercan Ûysal ku li şaredariyê fuhûş li xebatkareke jin ferz kiribû û11 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, karmend Mehmet Dervîş Duzgoren, Serokê Daîreya Rêbejahiyan Sînan Yildirim û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê yê berê û Midûrê Bajêr ê DEDAŞ'ê Mehmet Bûlût jî hatibûn girtin. Lê piştî demekê der barê lêpirsînê de biryara veşarî hatibû dayîn.    SÛD JI 'QANÛNA POŞMANIYÊ' GIRTIN    Hîn lêpirsîn dewam dikir, Sînan Yildirimê ku di 10 îhaleyan heqê wan bi giştî 352 milyon TL bû nelirêtî kiribû 206 hezar TL'yî û Mehmet Bûlût jî bi milyon û 700 hezar TL'yî hatibûn berdan. Her du kes jî sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtibûn. Her wiha di çaçroveya lêpirsînê de Seroka Daîreya Parastin û Kontrolkirina Derdorê Fusun Karaboga û Serokê Daîerya Xizmetan Îbrahîm Erdogan jî ji peywirê hatibûn dûrxistin. Her du kes jî sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtin.    Keça manewî ya Yaman Seroka Daîreya Xizmetên Civakiyî Merve Erciyas Çatal jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû tawanbarkirin. Çatal ji ber ku derfetên şaredariyê bi awayekî şexsî bi kar aniye û li dijî mewzûatê kar kirine hatibû tawanbarkirin.    ÇIMA DER BARÊ YAMAN DE TIŞTEK NAYÊ KIRIN?   Ev tişt hemû di dema Mûstafa Yaman de qewimîbûn. Lê belê heya niha der barê Yaman de tiştek nehatiye kirin. Ji bo vî jî têgotin ji ber xwarziyê Yaman Parlementerê AKP'ê yê berê Hasan Mûrat Mercan û Suleyman Soylû de der barê Yaman de tiştek nayê kirin. Û dîsa tê gotin ku ji ber ku Yaman hin îhale dane pismamê Suleyman Soylû Sadik Soylû, operasyonên dihatin kirin hatine sekinandin.    Gava Walî Demîrtaş hat tayinkirin, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 4'ê Tîrmehê de çûbû bajêr û civîneke ewlehiyê li dar xistibû. Lê belê piştî ku Soylû ji bajêr çû mehek şûnde operasyonên der barê nelirêtiyê dihatin kirin hatin sekinandin.    MA / Ahmet Kanbal