Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê 2020-10-17 19:28:55   ENQERE – Di çarçoveya "lêpirsîna Kobaniyê" de rewşa girtîbûnê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat lêkolînkirin û dadgehê careke biryara berdewamiya girtina her duyan da.    Di çaçroveya "lêpirsîna Kobaniyê" ya di 20'ê Îlona 2019'an de hatibû destpêkirin de rewşa girtîbûnê ya Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat lêkolînkirin. Vekolana ku duh hat kirin, îro teblîxî parêzeran hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê xwestibû girtina Demîrtaş û Yuksekdagê dewam bike û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Enqereyê jî biryar da ku girtina Demîrtaş û Yuksekdagê berdewam bike.    Di çarçoveya lêpirsîna navbirî de heya niha 22 siyasetmedarên HDP'î hatine girtin.