Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne 2020-10-17 15:54:18   AMED - Girtiyê nexweş Ahmet Kolakan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bandirmayê dimîne di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehê zêde ne û di tecrîdê de ne.   Girtiyê nexweş Ahmet Kolakan ê ku 26 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bandirma ya Balikesîrê dimîne, 16’ê Cotmehê de bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî. Kolakan, diyar kir ku ve pirsgirêkên xwarinê dijîn û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ji aliyê paqijiyê ve xemsar nêzîk dibe û heftiyê carekê odeyên wan tên dezenfekte kirin. Rewşa me ya tecrîdkirinê berdewam e. Rojnameyên me nadin. Rojnameya Yenî Yaşamê ligel biryara Destûra Bingehîn jî nadin me. Em her heftê dinivîsin. Me derbarê vê mijarê de serî li Destûra Bingehîn daye û em ê heta DMME'yê jî serlêdan bikin. Em her heftê rojnameyê dinivîsin ku ji me re were lê tê li vir disekine û nadin me.”   ‘PIRSGIRÊKÊN HEYÎ BERDEWAM DIKIN’   Kolakan, anî ziman ku faaliyetên sosyal jî, nînin û wiha berdewam kir: “15 rojan carekê girtiyan ode bi ode derdixin sehaya vekirî. Car caran li odeyan lêgerîn çêdibin. Ji xwe dest danîbûn ser radyoyên me û qenalên TV ên tên temaşekirin jî, tenê 16 qenal in. Ji wan jî nîvî vala ne. Pirsgirêkên me yên gelemperî berdewam dikin. Li gorî derfetên xwe em tedbîrên xwe yên pandemiyê digirin.”   ‘JI BER NÊZÎKATIYA GARDIYANAN NAÇIN NEXWEŞXANEYÊ’   Kolakan, da zanîn ku girtiyên dixwazin biçin nexweşxaneyê ji ber nêzîkatiyên gardiyanan naxwazin biçin nexweşxanê. Kolakan, destnîşan kir ku nexweşiyên wî yên heyî didomin û wiha bi dawî kir: “Ez ji ber nexweşiyên xwe derman digirim. Heta niha ji ber pêvajoya pandemiyê neçûm nexweşxanê. Hevalên ku diçin nexweşxanê 15 rojan di karantînayê de dimînin. Heta nexweşiyeke lezgîn nebe, ji xwe heval naçin nexweşxanê.”