Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî 2020-10-17 15:40:33   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîr, di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di darbeya eskerî ya 12’yê Îlona 1980’iyan de dibin çavan de hatibû windakirin pirsî.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi armanca “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya şaxa xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyaniya vê heftê xwend û aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di darbeya eskerî ya 12’yê Îlona 1980’iyan de hatibû binçavkirin û windakirin pirsî.     ‘TÊKOŞÎNA 40 SALAN’   Canli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Xwendekarê Enstîtuya Perwerdê Cemîl Kirbayır li mala xwe ya li navçeya Gole ya Qersê rojek piştî darveya 12’yê Îlonê, di 13’ê Îlona 1980’iyan de ji aliyê eskeran ve tê binçavkirin û wî dibin, Qereqola 247’emîn a Piyade Alay a Gole-Qersê. Piştî heftiyekê li vê derê dimîne, wî ewil dibin Erziromê, Agiriyê Qersê û dûre wî dişînin navenda 9’emîn Fermandariya Rêveberiya Awarte ya Artvînê. Dema ku Kirbayir li vê navendê bû, malbata wî bi dehan car jê re pere û kincan dişîne. Cemîl Kirbayir jî bi nivîsa destê xwe nişeyê ji malbatê re dijîne û dibêje wî pere û kinc girtine. Van nişeyan jî ji birayê xwe Mîkaîl Kirbayir re dişîne. Lê polîs û esker di 7 û 8’ê Cotmehê de, bi ser mala bavê Cemîl Kirbayir Îsmaîl Kirbayir de digirin û dibêjin Cemîl ‘firar kiriye.’ Piştî vê têkoşîna malbata Kirbayir a 40 salan dest pê dike.”    'DEREW LI DAYIKA BERFO KIRIN’   Canli, bi bîr xist ku di 9’ê Sibata 2011’an de, ji bo ku aqûbeta Kirbayir lêkolin bike, li Meclîsê komisyona lêkolînê hat avakirin û wiha bilêv kir: “Komîsyonê di encama lêkolîna xwe de, biryar da bû ku Cemîl Kirbayir firar nekiriye, berevajî vê îdîayê dibin çavan de hatiye kuştin û bi awayekê ne diyar ji holê hatiye rakirin. Dayika Berfo beyî ku hestiyên kurê xwe bibîne, jiyana xwe ji dest da. Dewletê soz da bû Dayika Berfo ku kurê wê bibîne, lê ev soza xwe bi cih ne anî. Ev doz niha li Daîreya 8.’emîn a Dadgeha Bilind, di asta encambûnê deye. Daxwaza Dayika Berfo, daxwaza me ye.”