Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket 2020-10-17 14:36:59   MÊRSÎN - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara  2 a Tarsûsê, girtiyê edlî Mujdat Korhan bi vîrûsa koronayê kety û niha di hucreya yek kesî de tê girtin.    Hat tespît kirin ku girtiyê edlî Mujdat Korhan ê berî 10 rojan ji Girtîgeha Kirşehîrê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Tarsûsê hat kirin, bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketiye. Parêzerê Korhan ê niha di hucreya yek kesî de tê girtin Tubay Bek, diyar kir ku ligel testa girtiyên din ên di heman qawîşê de diman negatîf derketine jî, di karantînayê de tên girtin. Bek, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi tu awayî agahî nedane malbatên girtiyan û wiha got: “Rayedarên girtîgehê li şûna ku agahiyê bide malan, hevdîtina telefonê ya girtiyan sînordar dike. Fikar û gumanên malbatên girtiyan hene. Hevdîtina telefonê ya girtiyan tê astengkirin. Girtî tenê dikarin bi parêzeran re hevdîtinê bikin. Korhan jî, niha di hucreya yek kesî de dimîne.”