Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin 2020-10-17 12:45:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Komek alîgirê Heşdî Şeebî, avahiya PDK’ê ya li paytexta Iraqê Bexdayê da ber agir.    Li gorî agahiya çavkaniyên herêmî, komek alîgirê Heşdî Şeebî, îro di saetên serê sibê de, ket avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li paytexta Iraqê Bexdayê û şewitandin. Hat diyarkirin ku ji avahiya PDK’ê dukêla reş bilind dibe. Li gorî agahiyan tê gotin ku ji ber gotinên Wezîrê Berê yê Karên Derve û Maliyê Hoşyar Zebarî yên di hevpeyvînek xwe a bi televziyonekê de gotibû: “Komên di 16’ê Cotmehê de êrişî Hewlêrê kirin, heman komên niha li Bexda êrişê dîplomatan dikin e.” Di heman demê de  Zebarî ji bo hêzên Heşdî Şeebî jî gotibû, “Di 16’ê Cotmeha 2017’an de weke DAIŞ’ê êrişî Hewlêrê kiribûn.”