Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin 2020-10-17 10:57:07   WAN – Nûçegîhanê me Cemîl Ûgûr ji girtîgeha ku lê girtî ye peyam şand û ev tişt got: “Çi dibe bila bibe em ama de ne ku ji bo parastina rûmeta pîşeya rojnamegeriyê ku tê xwestin bê binpêkirin, hemû bedêlan bidin.”     Nûçegîhanê me Cemîl Ûgûr ku ji ber avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban bi belgeyan dexist holê, bi hevalên xwe yên rojnameger Adnan Bîlen, Şehrîban Abî û Nazan Sala re di 9’ê cotmehê de hat girtin. Cemîl Ûgûr ku li Girtîgeha Wanê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand    ‘JI BO NEBIHÎSTINA RASTIYAN EM HATIN GIRTIN’   Ûgûr, di peyama ku şand de diyar kir ku moralê wî baş e û wiha got: “Desthilatê, ji bo ku pêşî li rastiyên ku naxwaze bibihîze bigire, me girt. Tiştekî ku ji bîr dikin heye; di dîrokê de gelek desthilatan rojnamegerên ku rastiyê ji gel re ragihandine girtine, lê tu demê nikaribûne dengê heqîqetê bibirin. Hêza wan têr vê nake.   ‘EM AMADE NE HEMÛ BEDÊLAN BIDIN’   Dibe ku me bigirin; lê li derve bi dehan hevalên me yên ku rastiyê ji civakê re ragihînin hene. Em; ji hêza xwe Metîn Goktepe, Hrant Dînk, Ûgûr Mûmcû û Apê Mûsa digirin. Çi dibe bila bibe em ama de ne ku ji bo parastina rûmeta pîşeya rojnamegeriyê ku tê xwestin bê binpêkirin, hemû bedêlan bidin. Li gel deshilatê jî divê em bi piştevaniya gel û rojnamegeran li pîşeya xwe xwedî derkevin.”