Li Mûşê kesek hat kuştin 2020-10-17 10:37:57   MÛŞ - Li Kopê, ciwanê bi navê Fehmî Çîftçî yê xwest heywanên xwe biçêrîne ji malê derket, di encama êrîşa bi çek de, jiyana xwe ji dest da.   Ciwanê 23 salî Fehmî Çîftçî yê li gundê girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê dijiya, di saetên serê sibê de, ji bo ku heywanên xwe bi çêrîne diçe zozana Kîlîndor a girêdayî gund. Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, bi çekê êrîşî Çîftçî dikin. Welatiyên gund ên dengê çekê dibihîsin, diçin cihê bûyerê û rastî cenazeyê Çîftçî tên. Ekîbên eskerî yên li ser agahî dayînê hatin cihê bûyer, dest bi lêpirsînê kirin û cenazeyê Çîftçî ji bo otopsiye şandin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de, kesê bi navê Y.O. hatiye binçavkirin.    Dozgere, derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.