Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin 2020-10-16 18:43:17   SÊRT-  Heyeta dadgehê di danişîna ewil de der barê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kiribû de biryara darizandina biawayelî negirtî da û danişîn taloq kir. Dayika Îpek Erê Halîme Kilinçê bertek nîşan da û got: "Heya sax bim ez ê dozdar bim."    Çawîşê pispor Mûsa Orhan li navçeya Qubînê ya Êlihê tecawizî Îpek Erê kiribû û paşê Erê întihar kiribû. Îro danişîna ewil a Mûsa Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê hat lidarxistin.    Di danişînê de Mûsa Orhan got ji xeynî beyanên xwe yên berê wê tiştekî nebêje û dixwaze mafê xwe yê bêdengiyê bikarbîne.    Paşê heyeta dadgehê ji bavê Îpek Erê pirsî ku haya haya wî kengî ji bûyerê çêbûye. Bav Er jî di îfadeya xwe de diyar kir ku piştî tecawizî pê hesiyaye ku keça wî û Mûsa Orhan hev du nas dikin û got: "Saet di 1'ê şevê de hatiye gund. Keça min ji mal biriye û araq daye wê. Mûsa Orhan ji keça min re gotiye 'were em bi ehv r eherin', lê keça min jê bawer nekiriye û nexwestiye biçe. Mûsa Orhan cardin telefonî keça min kiriye û jê re gotiye, 'Ez esker im. Şaş fêm neke, bi min bawer be.' Şjar li gor vê hûn qerarê bidin. Ez dozdar im."    ‘HEYA SAX BIM EZ Ê DOZDAR BIM'    Dayika Îpek Erê Hakîme Kilinçê jî di îfadeya xwe de got: "Heya sax bim ez ê dozdar bim. Heya sax bim ez ê dozdarê Mûsa bim ku tecawizî keça min kiriye. Hûn dewlet in, çi hewce divê hûn bikin. Divê Mûsa hesabê xwîna keça min bide. Min ew mezin kir, min ew xwedî kir. Lê min di nava xwînê de bû, min rakir nexweşxaneyê. Çi heqê Mûsa hebû ku vê yekê li me bike. Nameya ku Îpekê nivîsandiyeî destxeta wê ye. Ez destxeta keça xwe nas dikim. Bila dewlet wî bigire."    Piştî vê parêzerên malbata Erê axivîn. Parêzeran diyar kir ku gava Îpekê li nexweşxaneyê bûye ji heşîreyan re jî gotiye ji ber ku Mûsa Orhan tecawizî wê kiriye întihar kiriye û xwstin îfadeyên xebatkarên nexweşxaneyê jî daxilî nav dosyeyê bên kirin. Parêzeran got: "Îpek Er zarok bû, hîn nû ketibû 18'Ên xwe. Heger Mûsa Orhan biaxiviyan wê nakokî derketana holê. Ji bo ji sûc xelas bibe mafê bdêengiyê bi kar aniye. Em dixwazin sûcdar bê girtin."    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Piştî vê dadgehê navber da.    Piştî navberê hyeta dadgehê daxwaza bedarbûyînê ya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê qebûl kir, lê daxwaza beşdarbûyîna dosyeyê ya abrouan û komeleyên jinan red kir.    Dadgehê, biryar da ku Mûsa Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin û danişîn taloqî 25'ê Sibata 2021'ê kir.