Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da 2020-10-16 16:31:46 SÊRT – Parêzerê Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû, di twîtterê de ragihand ku wê miwekîlê wî Orhan mafê dengnekirinê bikar bîne.    Danişîna doza ji sûcê “Êrişa biwesf a zayendî” derbarê Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedemê kuştina wê li Dadgeha Sêrtê didome. Parêzerê bersûc Orhan, Mehmet Erkan Akkûş beriya danişîn dest pê bike di hesabê xwe yê  twîtterê de got: “Mûsa Orhan wê mafê xwe yê bêdengkirinê bikar bîne.”    Akkûş di twîtterê de miwekîlê xwe Orhan wek bêsûc be nîşan da û wiha got: “Tevî ewqas lînc û manîpulasyonê ji bo bîranîna Îpeş şerm bêhurmetî çê nebe, wê Mûsa Orhan mafê xwe yê bêdengkirinê bikar bîne. Jixwe rastî bi delîlên di dosyeyê de derketin holê.”    Bersûc Orhan di danişînê de got bi israr ew naxwaze biaxive û dixwaze mafê xwe yê bêdengkirinê bikar bîne.