Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin 2020-10-16 15:16:00 WAN - Parêzeran îtîrazî girtina 4 rojnamevanên ji ber nûçeyên êşkenceya bi helîkopterê û nûçeyên din çêkirine hatibûn girtin kirin.  Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber ku nûçeya Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkopterê hatibûn avêtin û êşkence li wan hatibû kirin çêkirin û nûçeyên din çêkirine di 9'ê cotmehê de hatibûn girtin.    Parêzerên rojnamevanan îtîrazî girtina miwekîlên xwe kirin û gotin "Tu delîlekî şênber derbarê ku endamên rêxistinê bin tune ye, axaftinên wan ên bi telefonê û têbiniyên ku girtine jî derbarê xebatên wan ên rojnamegeriyê de ne."